Nîbel Genç piştî 31 salan hate berdan
Nîbel Genç ku ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê piştî 31 salan derketî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate pêşwazkirin.

Navenda Nûçeyan – Nîbel Genç ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoy a Stenbolê dihat girtin, piştî 31 salên girtî mayî hate berdan. Tehliyeya Nîbel Genç ku diviya di dîroka 14’ê Îlona 2024’an bihata berdan, ji ber cezayê disiplînê tehilyeya wê hate astengkirin.
Nîbel Genç ku ji girtîgehê derket, ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevaniya Mabatên Girtiyan a Marmara (MATUHAYDER) bi çepikan hate pêşwazîkirin.
Nîbel Genç ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatî pêşwazîkirina axftinak kurt kir. Nîbel Genç sipasiya hemû kesên ku ew pêşwazî kirî kir, da zanîn ku hê li girtîgehê gelek girtî hene. Nîbel Genç destnîşan kir ku li bendê ne ku girtiyên din jî bên berdan.