Nexweşxaneya Şehîd Xebat bê navber dixebite

Endamên Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Qamişloyê, diyar dikin ku ji 10 salan zêdetir e ku di rewşên awarte de li vir her kes bi rengekî fedayî tevlî xebatan dibe.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Xebat li Qamişloyê ji bo dabînkirina lênêrîna tenduristiyê ya ji bo leşker û sivîlên herêmê, mîna tesîseke bijîşkî ya girîng hatiye damezrandin. Nexweşxane di sala 2014`an de hatiye vekirin, wekî navendeke bijîşkî kar dike û ji bo dermankirina birîndar û nexweşan cûrbecûr, xizmetan pêşkêş dike. Her wiha ji bo parastina tenduristiya personelên xwe di dema erkê de şiyana leşkerî zêde dike.

Nexweşxaneya ku bi lênêrîna bijîşkî ya pêşketî û xizmetên lênêrîna tenduristiyê yên berfireh ên ji bo leşker û sivîlan tê naskirin, wek şahidiyek ji bo hewildanên berdewam ji bo mîsogerkirina tenduristî û başiya civakê radiweste.

Endamên Nexweşxaneya Şehîd Xebat, derbarê kar û xebatên nexweşxanê de ji ajansa me re axivîn.

Rêvebera Nexweşxaneya Şehîd Xebat Bêrîvan Îbrahîm di despêka axaftina xwe de behsa kar û xebatên Nexweşxaneya Şehîd Xebat kir û ev agahî dan: “Pêwîstiyên ku ji bo hemû hevalên birîndar tên xwestin û nexweşxane ji bo nexweşînên hevalan radibe. Rojane kilînkên me vekirî ne, heval têne serdanên klînîkan. Pêwîstiyên hevalan tên peydakirin. Ger ku bijîşik tehlîh û fîlm bixwaze, Nexweşxaneya Şehîd Xebat li ser hemû pêwîstiyên hevalan  radiwestin. Mijarên birîndaran yên girêdayî nexweşxanê, mijarên emeliyatan û tenzîrê yên hevalan, di hundirê nexweşxanê de pêk tên.”

‘Di rewşên awarte de tu kes nabêje îro nobeta mine an na’

Bêrîvan Îbrahîm diyar kir ku di rewşên awarte de her kes bi rengekî qencî tevlî dibe û kar dike. Bêrîvan fêdakariya kedkarên nexweşxaneyê bi van gotinan anî ziman: “Hevalek birîndar an jî nexweş be, hemû endamên Nexweşxaneya Şehîd Xebat, ji milê xwerinê û tedawiya Tibî de, her kes bi karê xwe radibe. Di rewşên şer û awarte de, her kes tevlî dibe. Bê hesab û wekî mirovên fedayî. Di rewşên awarte de tu kes nabêje ku îro nobeta mine an na, her kes bi rengekî fedayî tevlî dibe. Tiştê ku di nexweşxana Şehîd Xebat de dertê pêş, kar û xebatên bê hesab e.”

‘Bi hevalên jin re endamên jin eleqedar dibin’

Bêrîvan Îbrahîm da zanîn ku wekî endamên Rêveberiyê li her deverê hazir in û wiha pê de çû: “Nexweşaxaneya Şehîd Xebat, nexweşaxaneyekî navendî ye, bi bijîşkên xwe tê naskirin. Di nexweşaxaneyên din de, eger nexweşî neyê teşhîskirin, li Şehîd xebat tê teşhîskirin. Em wekî endamên Rêveberiyê, gerek li her deverî bin. Em ne tenê li rêveberiyê rûdinîn, li kîjan deverî hevalekî nexweş û birîndar hebe em hazir in, li gor rewşa xweser a havalan endam kar dikin. Ji bo hevalên mêr, endamên mêr bi wan re eleqedar dibin. Ji bo hevalên jin, endamên jin bi wan re eleqedar dibin.”

‘Ger pêwîstiya nexweş bi Qereçik hebe, jê wan re tê pêşkêşkirin’
Hemşîreya Nexweşxaneya Şehîd Xebat Mejdolîn Zeyno anî ziman ku Nexweşxaneya Şehîd Xebat zêdetirî 10 salan hatiye avakirin û karekî serkeftî dimeşîne. Mejdolîn Zeyno wiha got: “Em wekî hemşîre rojane kar û xebatên xwe dimeşînin. Li Nexweşaxaneya Şehîd Xebat, beşên dermanxane, depo, wênekirina rezonasa manyetîk, emeliyat û ambûlansê heye.  Pêwîstiyên birîndaran çi bin, nexweşxane pêk tine. Eger pêwîstiya nexweş bi Qereçik hebe, ji wan re tê pêşkêşkirin. Pêwîstiya nexweş bi çi bijîşkî hebe, em bangewaziya wî/wê bijîşkî dikin. Bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Xebat di her alî de pir pispor in. Dema êrîşên dawî ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, hemû endamên Nexweşxaneya Şehîd Xebat, hazir bûn ji bo ku birîndaran tedawî bikin.”  

‘Heval bi me ve tên girêdan û em jî bi wan ve tên girêdan’

Endama Parastinê ya Beşa Jinê ya li nexweşxaneya Şehîd Xebat Bediya xelef jî dilsoziya xwe ya bi şervanan re anî ziman û wiha got: “Ez nabêjim wan hevalên jin ez dibêjin keçên min. Yên birîndar dema ku têne nexweşxanê, birîn ji birînê ferq dike. Hinek heval dema ku dihatin birînên wan gelekî giran bûn me li ser nivîn wan dişûşt. Ji me re dibêjin ‘yadê hûn bi me re diwestin’, em dibêjin ‘yadê dema hûn baş bibin, em westandinê jibîr dikin.’ Heval bi me ve tên girêdan û em jî bi wan ve tên girêdan.”