Nexweş û xebatkarên tenduristiyê yên Amedê ji ber xwarinê jehrî bûn
Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê gelek nexweş, refeqetvan û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarina duh nîvroyê xwarin jehrî bûn.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/07/20240718-20240718-690x390cc-amd-18-07-2024-mide-rahatsizligi-jpeg2775f5-image-jpg096557-image.jpg)
Ji ber xwarina duh nîvro ya li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê gelek nexweş, refeqetvan û xebatkarên tenduristiyê bi jehrê ketin. Kesên xwarina ji bo 2 hezar kesan ji aliyê Avşarlar Yemekçîlîkê ve hat amadekirin, xwarin jehrî bûn û ji ber mîdeyê xwe aciz bûn. Ji ber acizbûna mîdeyê gelek kesan serî li beşa lezgîn da. Tedawiya xebatkarên tenduristiyê, nexweş û refeqetvanan didome.