Newroza Rihayê got demê azadiyê ye: Tehemûla me nemaye

Di Newroza Rihayê de bi hezaran kesan piştgirî dan peyama girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û gotin: “Bila hemû kes bizanin, êdî tehemûla meya rêberek ne azad û Kurdistanek bê statu hiştin nemaye.”

Riha- Li Riha pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ hatî li darxistin û bi hezaran kesan bejdarî bûyî bi yek dengê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe û pirsgirêka Kurd were çareserkirin.

Girtiyên ku ev 118 roje di çalakiya greva birçîbûnê de peyam ji pîrzobahiyê re şandin. Di peyama ku diyarkirin ku Kurd ev 200 sale di şert û mercên faşîzmê de jiyan dikin, ev tişt gotin:

“Komara ku bi keda gel hatiye avakirin ji bilî zilmê tu tişt ji bo me neanî. Vê komarê heta îro ji dijminatiya Kurdistanê û gelên wê tawîz nedaye. Ji bo vê jî komara ku ji gelên din re 'azadî' anî, ji kurdan re ji bilî mirin, talan û qirkirinê tiştek din neanî. Serok Apo ku ji vê pergalê re got raweste. Mîrateya Şêx Seîd û Seyît Riza girt. Di dîroka gelan de yekem car li dijî dewletî bi paradîgmayekî derket pêş. Ji ber vê yekê wek Nimrûdî rastî xezebê hat û 25 salan di bin şert û mercên îşkenceyê de dîl hat girtin. Divê her kes bizane ku êdî em nikarin tehemûl bikin. Ji ber vê yekê em, zarok, rêheval û birayên we; em ketin greva birçîbûnê. Pêwîste her kes li dora nirxên kolektîf ên Kurdan û azadiya Rêbertî bicive. Zindan çiqas sar bin û hucre çiqas tarî bin jî, agirê ku di nava me de dişewite, qet namire û giyanê me sar nabe. Em Newrozê li we hemûyan pîroz dikin û we hemûyan vedixwînin berxwedan û têkoşîna hevpar. Yan azadî yan azadî."  Newroza Riha ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, bi derketina ser dikê ya Koma JinMA bi dawî bû. Di Newrozê de dirûşmeyên berxwedanê kêm nebûn, bi hezaran bi stranên Kurdî govend gerandin.