Newroz li Lubnanê hat pîrozkirin
Jinên ku beşdarî pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Lubnanê bûne diyar kirin ku ev Newroz bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cudatir bû û banga wî ya ji bo jinan hêza têkoşînê ya jinan xurtir kiriye.

SÛZAN EBÛ SEÎD
Beyrût – Newroz sembola berxwedan, yekîtî û aştiyê ye. Newroza îsal jî bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" li seranserî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi coşekî ji her salê cûdatir hat pîrozkirin. Ev peyam hêza jinan ji bo têkoşîna azadiyê xurtir kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tekez dike ku azadiya gelan bi azadiya jinan ve girêdayî ye.
Di pîrozbahiya Newroza îsal a Lubananê de gelek kes ji Lubnanê û Sûriyeyê her wiha ji civakên din bi cil û bergên xwe yên gelerî amade bûn. Di heman demê de nûnerên balyozxaneyên wek Fînlandiya, Rûsya û nûnerên rêxistin û pisporên medya jî beşdarî şahiyê bûn.
'Newroz cejna yekîtî û aştiyê ye'
Cîgira Serokê Hevbenda Newroz a Civakî û Çandî Henan Osman da diyar kirin ku weke civaka Kurd a li Lubnanê Newroza xwe pîroz dikin û wiha axivî: "Newroz cejna yekîtiya netewî û aştiyê ye. Newroza îsal jî bi banga dîrokî ya Rêber Apo cudatir bû. Rêber Apo di peyama xwe de banga pêkanîna aştî û ewlehiya herêmê dike."
‘Bang hêza jinan a têkoşînê xurtir kir’
Koordenasyona giştî ya Hevbenda Jinên Demokratîk a Herêmî "NADA” Buşra Elî jî got: "Newroza îsal bi bang û peyama Rêber Apo cudatir bû. Rêber Apo peyama xwe ji hemû jinan re şand. Ev jî hêza jinan di têkoşîna azadiyê de xurtir kir. Her wiha Rêber Apo diyar dike ku azadiya gelan bê azadiya jinan misoger nabe."
'Bi ruhê Newrozê dê azadiya Rêber Apo misoger bibe'
Aktîvîsta mafê jinan Mêrvet Hemo jî wiha got: "Banga dîrokî ya Rêber Apo ya vê dawiyê çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn misoger dike. Em jî weke gelê Kurd bi banga Rêber Apo ya aştiyê re û li dijî şeran in. Em hêvî dikin ku bi ruhê Newroza îsal dê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû gelê Rojhilata Navîn misoger bibe. Em cejna Newrozê li hemû gelê bindest û yên azadîxwaz pîroz dikin."
‘Jinên Kurd bi sekna xwe bûn sembola têkoşînê’
Hunermend Cêsî Cercûra ku beşdarî pîrozbahiyê bûye dibêje: "Ev cara duyem e ez beşdarî şahiya Newrozê ya gelê Kurd dibim. Ev ji bo min cejna edalet û serkeftina li dijî zilimê ye. Jina Kurd bi sekna xwe bûye sembola têkoşînê."