Li Îranê 8 milyon kes di nava xizanî û birçîbûnê de ne

Serokê Komîsyona Karên Civakî ya Meclîsa Îranê Elî Babayî Karnameî, diyar kir ku ji ber pêkanîna şaş a rakirina 28 hezar û 500 tumen pereyê biyanî (dovîzê) nêzî 8 milyon kes di nava xizanî û birçîbûnê de mane.

Navenda Nûçeyan – Serokê Komîsyona Karên Civakî ya Meclîsa Îranê Elî Babayî Karnameî awayê pêkanîna polîtîkaya rakirina pereyê biyanî (dovîz) rexne kir. Elî Babayî Karnameî, got ku ji ber kêmasiyên di pêkanînê de li welat 8 milyon kes di nava xizanî û birçîbûnê de ne, nêzî 50 milyon kes jî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin.

Elî Babayî Karnameî ji malpera nûçeyan a Dîdban a Îranê re axivî da zanîn ku bi taybetî di berhemên bingehîn de ji ber ku bihayê wan diguhere, her biçe dê birçîbûn zêdetir bibe û diyar kir ku divê berhemên ji bo piştgiriyê bigihîjin kesan û got ku di awayê heyî yê biryarnameyê de pirsgirêkên cidî hene. Elî Babayî Karnameî, bal kişand ku karkerên dahata wan a mehane di navbera 20 an jî 40 milyon tumenî de ye û kesên wesayîdên wan hene dibe ku mafê wan ê sûdgirtina ji piştgiriya civakî nemîne.

Ji bo malbateke ji çar kesan pêdivî bi 100 milyon tumen heye

Elî Babayî bal kişand ku her diçe lêçûnên jiyanê girantir dibin û got: “Malbateke ji çar kesan ji bo ku bikaribe jiyana xwe bidomîne, mehê herî kêm divê 100 milyon tumen dahata wê hebe.”

‘Divê destek tenê dayîna pere nebe’

Elî Babayî Karnameî, awayê pêkanîna kupona elektronîk a xurekê rexne kir diyar kir ku armanca vê guherîna ku ji aliyê meclîsê ve hatiye pejirandin tenê ne dayîna pere ye, bal kişand ku armanc ew e berhemên bingehîn ên xurekê rasterast bigihîjin serfkaran û pêdiviyên xwarinê yên malbatan werin bicihanîn.

Elî Babayî Karnameî diyar kir ku komîsyon dixwaze pergala heyî were guherandin got ku divê destek veguhere zincîra ku bidestxistina berheman.

Daxuyaniyên Elî Babayî Karnameî, nîşan dide ku li Îranê ji bo awayê pêkanîna rakirina pereye biyanî û belavkirina desteka dewletê, nîqaş didomin. Ji ber zêdebûna bihayê pêdiviyên bingehîn û kêmasiyên di xurekê de her diçe malbat zêdetir zoriyan dikşînin.