Newaya Jin bi manşeta ‘Bi tezên azadiyê ber bi asoyên nû ve’ derket

Hejmara 235’an ya Newaya Jin bi manşeta ‘Bi tezên azadiyê ber bi asoyên nû ve’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 235’an ya rojnameya jinê Neweya Jin derket pêşberî xwendevanên xwe. Rojname div ê hejmarê de bi menşeta ‘Bi tezên azadiyê ber bi asoyê nû ve’ derket.

Rojnameyê cih da nêrînên kesayetên enternasyonalîst ên tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' bûn, ku Cotmeha sala bûrî destpê kir. Ji kesên ku ji bo pêngavê bang kirin Marija Makedonia bersiv da pirsên Newaya Jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'Yek ji şoreşgerên sereke yên serdemê' pênase kir. Marija Makedonia got, "Tezên wî ji bo min asoyan diafirîne, rê nîşan dide." Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê-EFA Lorena Lopez de Lacalle jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Ya ku dixwazin bikin, astengkirina îradeya çareseriyê ye, lawazkirina hêviyê ye." Di rûpelên Kurdî de jî Şervîn Nûdem encamên çalakiyên bênavber ên salekê yên li cîhanê nirxand û destnîşan kir ku heqîqeta azadiyê bi pêngavê re gerdûnî bû.

Cih da kedkarên çapemeniyê yên hatine qetilkirin

Di hejmara dawî de cih da Şehîdên Cotmehê ku mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xistin. Haskar Kirmizigul li ser mijarê gotarek nivîsî. Di heman demê de Rojnameya Jinê bi boneya 7'ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd cih da kedkarên çapemeniyê yên tevlî karwanê nemiran bûn. Rojnameyê beşek ji rojnivîska Gûrbetellî Ersoz weşand û nivîsek Endama Konseya Rêveber a PAJK'ê Hêlîn Mûrat (Nûrten Kiliçarslan) a ku sala 2017'an şehîd bû ku ji bo rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) di sala 2010'an de nivîsî bû, weşand.

Serhildanên jinan

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bal kişand ser di salên dawî de polîtîkayên bermaberî cenazeyên gerîlla. Di beşa dosyayê de ku ji belgeya 'Şoreşa Jinê' ya PAJK'ê hate amadekirin, bi sernavê 'Berxwedana jinê vediguhere şoreşê' qala serhildana beriya 2 salan hate kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir û li cîhanê belav bû.

Di rûpela cîhanê de jî hevpeyvînek li ser gelê lenca û têkoşîna jinên wê hate weşandin. Di rûpela Jineolojiyê de jî çavdêriya li ser kampa Jineolojiyê ya sêyemîn a li Fransayê hate weşandin.

Narîn û polîtîkayên şerê taybet

Di rûpelên Kurdî de ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna qetlîama Narînê û polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bi Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça re axivî.Bêrîtan Zagros jî di gotara xwe ya bi sernavê "Mutabaqata bi ser bikeve-winda bike" ya navbera Iraq-Tirkiye û PDK'ê nirxand.

Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Hevseroka PJAK'ê Viyan Peyman re.