Netewî Xemgîn: Şerê cîhanê yê sêyemîn tunekirina pêşerojê armanc dike

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn teqez kir ku armanca şerê cîhanê yê sêyemîn tunekirina pêşerojê ye û got ku Jinên ciwan ji bo şerê gelê şoreşgerî amade ne.

Hesekê-Duh Jinên Ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîna du salan a berfireh li dar xistin. Endama Rêveberiya Meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn di civînê de rewşa siyasî nirxand û da zanîn ku Şerê Cîhanê yê sêyemîn, bi taybetî li hemberî jin û ciwanan e, û destnîşan kir ku siyaseta vê demê ya dewletên kapîtalîst armanca wê ya sereke ew e ku di şexsê jinan de pêşerojê tune bike û destnîşan kir ku Jinên ciwan ji bo şerê gelê şoreşgerî amade ne.

‘Em ê bi biryardarî komployên navneteweyî vala derxin’

Netewî Xemgîn da zanîn ku bi şerê cîhanê yê sêyemîn dewlet xwe hêz dikin û wiha anî ziman: “Ger hemû ciwan rastiya şerê cîhanê yê seyemîn bizanibin, wê demê wê pêşeroja xwe jî bibînin. Şerê cîhanê yê sêyemîn bi taybetî li hemberî jin û ciwanan e, siyaseta vê demê ya dewletên kapîtalîst armaca wê ya sereke ew e ku di şexsê jinan de pêşerojê tune bike. Di kesayeta jinan de dixwazin civaka demokratîk tune bikin. Şerê cîhanê yê sêyemîn ku modernîteya kampîtalîst bi pêş dixe, hemû netew dewlet, li pişt vî şerî xwe xurt û bi hêz dikin. Ji ber ku dewlet ber bi lewazbûn û hilweşandinê ve diçin lewma êrîşên xwe yên dermirovî, derexlaqê û dercivakî li ser ciwanan û jinan bi pêş dixin çi li Xezaya Filistînê, çi li Iraqê, çi li Sûriye û Lubnanê,  li her derê şer dest pê kiriye. Yên ku di vî şerî de êş, zehmetî û îşkence dikşînin jin, ciwan û zarok in. Ji ber vê yekê em weke jinên ciwan ên PYD’ê li dijî vê hişmendiyê xwedî biryar in, em ê komployên navneteweyî hemû vala derxin.”

‘Zîlanê ji bo valaderxistina komploya navdewletî pêşengî kir’

Netewî Xemgîn bal kişand ser têkoşîn û hêza şoreşger Zîlan ango Zeynep Kinaci û wiha got: “Siyaseta Partiya Yekitiya Demokratîk temsîliyeta xeta sêyemîn, xeta Rêber Ocalan û neteweya demokratîk dike. Ji bo vê yekê êrîşên dijmin çiqas li ser ciwanan pêk werin, di milê şerê taybet de, şerê dijwar, şerê psîkolojîk û siyaseta qirêj em ê bi bîrdoziya xwe ya azad li hemberî van êrîşan bisekinin. Çiqas dijmin rêbaz li hemberî ciwanan bi pêş bixin jî em ciwan xwedî wê hêzê ne, dikarin hemû komployên heyî vala derxin. Ji ber ku em xwedî mîras in. Em di 30’yê Hezîranê de şehîd Zîlan bi bîr tînin, Zîlan pêşenga me ye. Wê komploya navneteweyî vala derxist, xwestin li dijî rêbertiya me komployek qirêj pêk bînin. Zîlanê di 1996’an de li hemberî dewleta faşîst çalakiya fedayî li dar xist. Ev ji bo hemû ciwanan perspektîf e. Naskirina şehîd Zîlan ji bo her jinek girîng e ji ber ku bi sekna şehîd Zîlan dijmin vala derket.”

‘Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê parastina xwe bikin’

Netewî Xemgîn banga xwedîderketina li mîras û destkeftiyên şoreşa jinan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dîroka dewleta Tirk bi qetîlam û terorê dagirtiye. Li dijî her civakê qetîlamek pêk aniye Ereb, Êzidî, Kurd, Suryan, Ermen û Aşûr hemû rastî qetliaman hatine. Em weke xeta sêyemîn li dijî hemû şeran in, em li dijî peymana Sykes-picot in. Siyaseta me diyar e, siyaseta wekheviya gelan, jiyana hevbeş, azadiya jinan û xwedîderketina li xaka xwe û destkeftiyên xwe ne. Çiqas şer li hemberî me pêk were, em xwedî prensîb in û xwe û civaka xwe biparêzin. Şerê heyî ne tenê li hemberî neteweyek e, şerekî ji bo berjewendiyên dewletan e, ne ji bo rizgarkirina civakê û avakirinê ye. Em weke jinên ciwan ji bo şer amade ne û ji bo aştiyê jî em amade ne. Ger bixwazin şer em amade ne parastina xwe bikin û şer jî bikin. Ger bibêjin aştî jixwe hêza wan a aştiyê tune ye, bila werin aştiyê ji me fêr bibin, em amade ne. Jinên ciwan ji bo şerê gelê şoreşgerî amade ne.”