Neteweyên Yekbûyî: Mafê jinan û zarokên keç heye bê şîdet bijîn
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres teqez kir ku tundûtûjiya li dijî jin û keçan wekî "pandemiya kujera herî dirêj li cîhanê "ye û mafê wan heye ku bêyî tundûtûjiyê bi "ewlehî , rûmet û azadî" bijîn.
Navenda Nûçeyan - Çalakiya ku di 22'ê Adarê de hat lidarxistin li ser rola ku divê xort û mêr bilîzin ji bo alîkariya bidawîkirina tundûtûjiya li ser bingeha zayendî bikin sekinî. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got ku şîdeta li dijî jin û zarokên keç dibe wekî "pandemiya herî kujer a cîhanê" ye.
"Êdî divê ku em tundîtûjiya li ser jin û keçan rakin "
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di peyameke bi vîdyo de di dema çalakiyek li kêleka konferansa salane ya rewşa jinan de got ku li çar aliyên cîhanê yek ji sê jinan rastî tundiyê hatiye û wiha lê zêde kir: "Di her 11 deqîqeyan de jinek ji hêla hevjînê xwe yan endamên malbata xwe ve tê kuştin.”
Li ser pêwîstiya bidawîbûna tundiya li ser jin û keçan Antonio Guterres amaje bi wê yekê kir ku gava yekem di vê riyê de guhertina dil û mejiyê mêr û xortan e û wiha got: "Em nikarin cîhanek ku nîvê mirovahiyê tê de metirsiya li kolanan an jî li malên xwe bi riya Înternetê, be qebûl bikin divê em tundiya li ser jin û keçan niha bi dawî bikin her wiha ev raman ji aliye mêran ve hatiye afirandin û divê ji aliyê wan de were rakirin.
"Bang hat kirin ku tundûtûjiya li ser jin û zarokên keç were bidawîkirin"
Antonio Guterres diyar kir ku vîrusa coronayê bû sedema zêdebûna tundûtûjiya li dijî jinan li her devera cîhanê ji Ewropayê bigre heta Asya û Afrîka, Amerîkayê û wiha pêde çû: "Di rojên destpêkê yên pandemiyê de di sala 2020’an de, min wekî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina zêdebûna tundûtûjiyê li ser jinan û zarokên keç kir, bi vê mebestê, Însiyatîfa Spotlight a Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîkirina hemû Formên Tundûtûjiya li dijî jin û zarokên keç 880,000 mêr û kur der barê mêraniya erênî, têkiliyên rêzdar û çareseriya nakokiyên bê tundûtûjî de perwerde kirine.
Di heman demê de Antonio Guterres da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî ligel hikûmet û qanûndanêran kar dike ji bo bihêzkirina zagon û rêzikên ku parastina baştir ji jin û keçan re peyda dikin û wiha berdwam kir: "Karekî zêdetir pêwîst e ji bo bidawîkirina tundiyê, ji damezrandina Koma Dostên ji bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jin û zarokên keç di sala 2020’an de hejmara endamên wê gihîştiye 100’î û ji ber ku ev mijar ne girêdayî welatekî tenê ye divê her kes tevbigere. Ez bang li hemû dewletan dikim ku bi hev re bixebitin da ku her jin û keçek jiyana xwe bê şîdet, bi ewlehî, rûmet û azadiya ku heq dike bijî. Her wiha em bang li hemû endamên dewletê dikin ku planek awarte bi pêş bixin ji bo pêşîlêgirtin û bersivdayîna ji bo tundiya li ser bingeha zayendî.