Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî ye

Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî ragihand ku şerkirina li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e.

Navenda Nûçeyan – Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî têkildarî cezayê darvekirinê yên rejîma Îranê peyamek belav kir.

Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser dayîna cezayê darvekirinê yê ji aliyê rejîma Îranê ve û got: “Rejîma Îranê dixwaze bi dayîna cezayê darvekirin û darvekirina terorê di nava civakê de çêbike, her wiha dengê xwepêşandan û nerazîbûnan qût bike. Şerkirina li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e û li bendê ne ku bi zextên bê kirin Îran dawî li dayîna cezayê darvekirinê bîne”

Banga têkoşîna li dijî darvekirinê

Mihemedî anî ziman ku tevîbûna aliyên din ên li dijî cezayê darvekirinê tim bandora xwe bûye û got: “Pêngava li dijî cezayê darvekirinê dibe bibe xwedî taybetmendiyek ku yekîtiya navbera hêzên demokratîk ava bike.”

Çalakvana Mafê Mirovan û xwedî xelata Nobelê ya aştiyê Nêrgiz Mihemedî temenê wê 52 sale û û di nava 20 salên borî de nêzî 10 salan hatiye girtin. Mijdara 2021’an li Girtîgeha Evîn li meha Hezîran sala borî jî bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ saleke din ceza lê hatiye birîn.

Hêjayî bîbîrxistinê ye ji ber emelyata Nêrgiz Mihemedî hate kirin bi mercê sê hefteyan hate azadkirin.