Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşe Muradî bang kir
Çalakvana mafê mirovan û girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşe Muradî bang kir û got: “Hêviya min heye ku rojekê em ê cezayê înfazê bi temamî rakin. Ew roj wê diyarker be û bibe wesîleya serketinên nû.”

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafê mirovan û girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî hatiye birîn şermezar kir û got: “Cezayê darvekirinê bi taybet di pergalek dadgeriyê de ya ku serxwebûna xwe winda kiriye, binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan e.”
Nêrgiz Mihemedî xwest, cezayê darvekirinê bê rakirin û got: “Di rejîmên zordar de ji ber ku pergala edaletê serî li ber desthilatdariya otorîter ditewîne, rabûna li ber cezayê darvekirinê divê pirsgirêka her kesî be.”
‘Hêviya min heye ku rojekê em ê cezayê înfazê bi temamî rakin’
Nêrgiz Mihemedî bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê ku parçeyekî berxwedana li dijî rejîma otorîter a li Îranê ye û wiha got: “Rejîm înfazê weke amûreke zordariyê bi kar tîne. Divê muxalefeta civakî ne tenê guherîna siyasî ji xwe re bike armanc, her wiha divê rakirina cezayê darvekirinê jî bike armanca xwe. Ji bo vê têkoşînê bimeşînin, em neçar in makîneya înfazê ji hev belav bikin, wergirtin û bicihanîna biryarên darvekirinê asteng bikin. Hêviya min heye ku rojekê em ê cezayê înfazê bi temamî rakin. Ew roj wê diyarker be û bibe wesîleya serketinên nû.”