Nêrgîs Muhamedî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji girtîgehê derket

Nêrgîs Muhamedî ji ber 21 roj taloqkirina cezayê wê ji girtîgeha Evîn ya lê dima derketî, bi Farisî dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ berz kir.

Navenda Nûçeyan – Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê û parêzvana mafê mirovan Nêrgîs Muhamedî ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin bi armanca tedawayî 21 roj cezayê wê hate taloqkirin û ji girtîgeha Evînê derket. Nergîs Muhamedî dûruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di sala 2022’an de ruh da serhildana gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi zimanê Farisî weke ‘Zen, Zendegi, Azadî’ berz kir. 

Nêrgîs Muhamedî ku li girtîgeha Evîn ya li paytexta Îran Tahranê tê ragirtin, ji ber tîmorê di hestiyê lingê wê de piştî emeliyata di 16’ê mijdarê de cardin vegeriyabû  girtîgehê, li ser îtiraza parêzerên wê ji ber 21 rojan taloqkirina cezayê wê ji girtîgehê derket.