Nergîs Mihemedî: Rayedarên darazê bi salan e mafên girtiyan binpê dikin
Çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî di nameya xwe de daxwaz kir ku li hember binpêkirina mafên sereke yên girtiyan bêdeng nemînin û parastina mafên wan bikin ji bo ku Îranê neçar bikin ku rêz li mafên mirovan bigire.
Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan a Îranî Nergîs Mihemedî ji hundirê girtîgeha Êvîn bi rêya tora dijîtal ya Instagramê peyamek belav kir û tê de behsa zêdebûna bêmînak a hejmara girtiyên siyasî û ramanî yên jin kir.
“Zêdetirî 50 girtiyên siyasî yên jin hene”
Nergîs Mihemedî di nameya xwe de da zanîn ku ev şert û merc nîşaneya tundkirina zext û zordariya rejîma Îranê ye ku hemû pêkhateyên gel dike hedef. Nergîsê destnîşan kir ku rayedarên darazê û ewlehiyê bi salane mafên girtiyan binpê dikin û di rojên dawî de ev binpêkirin zêdetir bûye û wiha got: "Zêdeyî 50 girtiyên siyasî û girtiyên ramanî yên jin hene."
Banga parastina mafên girtiyan
Nergîs Mihemedî di nameya xwe de daxwaz kir ku li hember binpêkirina mafên sereke yên girtiyan bêdeng nemînin û parastina mafên wan bikin ji bo ku Îranê neçar bikin ku rêz li mafên mirovan bigire.