Nerazîbûna girtina 16 rojnamegeran carek din hat redkirin

Nerazîbûna ku li dijî girtina 16 rojnamegerên Kurd ên hatibû kirin, carek din hat redkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Amedê 16 rojnamevanên Kurd piştî ku 8 rojan di binçavan de mabûn, di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin, nerazîbûna duyemîn a ku li dijî girtina wan hat kirin, carek din hat red kirin. 

Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Amedê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku nerazîbûna wê nayê lêkolînkirin û biryara redkirinê bi daxuyaniyên çapkirî tên dayîn. Resûl Temûr her wiha anî ziman ku di seatên ku miwekîlên wî di bin çavan de hatine girtin û hê biryara veşartîbûna dosyayê nîne, destûr nedane ku ew bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bike û li dosyayên binihêre. Her wiha da xuyakirin ku ji nerazîbûnên ku li hemberî vê mijarê bi pêş xistine, tu encaman negirtine.

Biryara dewama girtina wan hat dayîn

Resûl Temûr got her çiqas wî xwestiye miwekîlên wî bên berdan jî lê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Amedê diyar kiriye ku dê tedbîra kontrola edlî kêm bimîne û biryara dewama girtina rojnamevanan daye.