Necwa Fadil: Armanca Meclisa Bilind ew e ku rêveberên jin rehabîlîte bike
Desteya Bilind a Koordînasyona Rêxistina Civaka Sivîl di 27'ê sibatê de li Adinê bi boneya salvegera yekem a damezrandina meclisê şahiyek li dar xistin. Armanca wan bi vê yekê ew rêveberên jin rehabîlîte bike da ku di pêşerojê de cihê xwe di nava rayedaran de bigrin û karibin piştgiriyê bidin
Desteya Bilind a Koordînasyona Rêxistina Civaka Sivîl di 27'ê sibatê de li Adinê bi boneya salvegera yekem a damezrandina meclisê şahiyek li dar xistin. Armanca wan bi vê yekê ew e ku rêveberên jin rehabîlîte bike da ku di pêşerojê de cihê xwe di nava rayedaran de bigrin û karibin piştgiriyê bidin.
NOOR SURÎB
Yemen- Bi boneya salvegera yekemîn a damezrandina meclisa Bilind a Koordînasyona Rêxistina Civaka Sivîl, meclisê şahiyek li dar xist. Seroka Ljineya Koordînasyona Bilind a Rêxistina Civaka sivîl û şêwirmenda Serokê Desteya Karûbarên Jinan Necwa Fadil ji anjansa mere axivî û wiha got: “Bi derbasbûna saleke di ser damezrandina meclisê re, gelek destkeftî di warê karên mirovî, alîkarî û civakî de hatin bidestxistin û karê herî girîng jî projeya vegera dibistanê ye."
Necwa Fadil bal kişand ku meclis 160 sazî, komele û însiyatîfên ciwanan di nava xwe de dihewîne û wiha got: "Tişta balkêş ew e ku ji sedî 95 ji wan girêdayî jinan e û armanca Meclisa Bilind ew e ku rêveberên jin rehabîlîte bike ku bikaribin di pêşerojê de cihên xwe di hikûmetê de bigrin.
"Em hêvî dikin ku di qonaxa pêş de ji bo jinan zêdetir tayîn bên kirin"
Necwa Fadil wiha pêl da gotinên xwe: "Me gelek tişt bi dest xistine û şaxên meclisa koordînasyonê li parêzgeha Abyan, Zehle û Hedremûtê hatine vekirin. Em dixwazin şaxên din li parêzgeha El-Mihrî, Seqtera û Lehc ava bikin. Hêviyên me di vê rojê de ew in ku rol û hebûna jinan di civakê de baştir bilindtir bibe û cihekî wan ê taybet di nava civakê de hebe. Her wiha em bang li meclis û hikûmetê dikin ku piştgiriya jinan bikin û mafên wan biparêzin. Em hêvî dikin ku di qonaxa pêş de ji bo jinan zêdetir tayîn bên kirin."
Di şahiyê de rêveberên sazî û rêxistinên beşdar axivîn û rêveberên saziyên çalak ên di Lijneya Koordînasyonê de û hejmarek mamoste û rojnameger hatin xelatkirin.
Her wiha xebatên bingehîn ên Meclisa Bilind a Koordînasyona Rêxistina Civaka Sivîl pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û belavkirina selikên xwarinê, lidarxistina kampanyayên hişyariyê yên li dijî madeyên hişbir e. Wekî din avakirina hêza ciwanan û kampanyayên ji bo hişyarkirina civakê li ser mijarên cuda yên mafên mirovan, têkoşîna li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî û parastina mafên mirovan ji xebatên bingehîn ên meclîsa bilind in.