Jinên Filistînî ji bo girtiyan di çalakiyê de bûn

Jinên Filistînî, dema xwestin tundî û zordariya li girtîgehan bi dawî bibe, ji bo azadiya hemû girtiyan çalakî li dar xistin.

NEXEM KARACA

Xeza- Tê texmîn kirin ku hejmara Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne 4 hezarî derbas kiriye. Yekitiya Demokratîk a Filistînê (The Palestinian Democratic Union-FIDA) ji bo serbestberdana hemû Filistîniyên bi taybetî jin û zarokên di girtîgehên Îsraîlê de û ji bo rawestandina zext, tundî û îşkenceya zêde ya li girtîgehan çalakî li dar xist. Jinên Filistîn li ber girtîgehan standên piştgiriyê jî vekirin.

“Em azadiya girtiyan dixwazin”

Samaher El Masrî ya di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku ew ji bo bi hemû jinên Filistînî re hevgirtinê bikin derketinê rê û wiha axivî: “Em bi taybetî azadiya girtiyên jin ên di girtîgehên Îsraîlê de rûmeta Filistînê ne dixwazin. Em dixwazin rezîlkirin, tundî, bêedaletî û zilma li dijî jinan a li girtîgehan bi dawî bibe û wek girtiyên siyasî mafên wan bên qebûlkirin. Lê daxwaza me ya yekem azadiya girtiyên Filistînî ye."

"Divê zincîr bên şikandin"

Cîgira Seroka Civata Alîkariyê ya Filistînê Rebekah Zomlot xwest ku hemû girtiyênjin û zarokên Filistînî demildest bên berdan û wiha got: “Bila qeyran û êşên mirovî yê tê jiyan kirin bi dawî bibin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku xwedî li girtiyan derkevin. Êdî bes e divê zincîrên destê girtiyan bên şikandin."

“Pirsgirêka hemû civakê ye”

Aktîvîst Dîna Ebû Şehla ku yek ji beşdarên çalakiyê wiha axivî: “Ev helwest ji bo piştgirîkirina girtiyên jin ên Filistînî ye. Em guh didin fedakariya wan û teqdîr dikin; ji ber vê yekê em hemû girtiyên Filistînî diparêzin. Em dixwazin demildest serbest bên berdan. Divê jinên aktîvîst qadên Filistînê tije bikin û azadiya hemû girtiyên jin ên Filistînî bixwazin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka girtiyan û malbatên wan e, pirsgirêka hemû civakê ye.

"Divê em piştgirî bidin girtiyan"

Aîşe El Kurd a ku piştî di girtîgehên Îsraîlê de ma hat berdan jî tevlî çalakiyê bû. Ayşe AL Kurd da zanîn ku ew li ser navê Rêxistina Girtiyan û Girtiyên Jin beşdarî çalakiyê bûye û got, “Em dixwazin ji hemû girtiyan re bibin nefes. Helbet jinên Filistînî dê di dawiyê de bi têkoşînê bigihêjin mafên xwe, lê divê em bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin wan."

Jinan di daxuyaniya xwe de heman demê dagirkeriya Rûsyayê ya li ser axên Ukraynayê jî şermezar kirin.