Necîbe Qeredaxî: Divê em xwedî li nirx û destkeftiyên Rojava derbikevin

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Divê em ji dil û can destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê biparêzin.”

Silêmanî – Êrişên çeteyên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, tê dîtin ku di encama van êrişan de gelê Kurd, bi taybetî jin û zarok dibin hedef

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî behsa rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Hilweşîna her dîktatorek li Rojhilata Navîn girîng e. Ji ber ku ev dîktatorî bi aqilê mêrsalar ê bi hazaran salan e xwe li ser kolekirina jinan ava kiriye. Ketina dîktatorek weke Beşer Esad li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina bingehek giştî û demokratîk a gelê herêmê gelek girîng e.”

‘Çeteyan li Minbicê êrişî jinan kir’

Necîbe Qeredaxî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku di van deman de rû didin û wiha domand: “Di vê rewşê de divê em metirsî û derfetan bi hev re bibînin. Her wiha zêdetir bala me li ser vê be. Di qonaxên li pêşiya me de metirsiyên li ser gelan û bi taybetî li ser jinan çi ne? Me dît ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li Minbicê êrişî jinan kir û di encamê de gelek jin hatin qetilkirin û birîndar bûn. Careke din bi sed hezaran koçberên Efrînê yên hatibûn Şehbayê. Cara duyem ji Şehbayê jî koçberî bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bûn. Ev rewşa gelek pirsan tîne hişê me: Gelo gelê Kurd, gelê bindest û bi taybetî jin dê ji niha û pê ve li Sûriyeyê çawa bijîn?”

‘Metirsî didome’

Necîbe Qeredaxî bal kişand ser destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û parastina van destkeftiyan di pêvajoya pêşeroja Sûriyeyê de û wiha got: “Metirsiyên li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê ji aliyê komên cîhadîst ve ku niha li Sûriyeyê hatine ser desthilatdariyê ye. Ji aliyê dewletên derve yên weke dewleta dagirker a Tirkiyeyê jî metirsî heye. Metirsiyek din jî ew e ku gelê Kurd û gelên êşkişandî yên Sûriyeyê hebûna wan nehatiye nasîn. Li Sûriyeyê di pêşerojê de em ê li ku derê cihê xwe bigrin û çawa beşdarî pêvajoya siyasî bibin.”

‘12 sal in pergaleke demokratîk li Rojava heye’

Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku gel li Sûriyeyê ji bo avakirina bingehek demokratîk ji xwe zemînek 12 salan li Rojavayê Kurdistanê heye û wiha got: “Bingeha vê projeyê; parastina jîngehê û demokrasî bû ku bi awayekî rasterast gel beşdar bibe û azadiya jinan û hemû gelên ku berê êş kişadin pêk were. Projeya neteweyên cuda li Tebqa, Reqa, Minbic û herêmên Ereb nîşaneya destkeftiyeke şoreşê ye. Ev mînake nîşaneya wê ye ku gel çawa dikarin bi îradeya xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin û girîngî bidin.”

‘Divê jin Şoreşa Rojava biparêzin’

Necîbe Qerdaxî diyar kir ku îlhama ji Şoreşa Rojava girtine, peywirek datîne ser milên wan û wiha got: “Bi taybetî em jinên başûrê Kurdistanê, di aliyê madî û manewî de divê ji dil û can vê şoreşê biparêzin û ji bo parastina destkeftiyan têbikoşin. Şoreşa Rojavayê Kurdistan tenê ne destkeftiyên gelê Kurd û gelên êşkişandî ye, şoreşeke xwedî gelek taybetmendiyan e. Her wiha ruhê xwe ji civakên Rojhilata Navîn, ji civaka serdema dayikê, pîvanên exlaqî û polîtîk girtiye. Ev hemû di vê şoreşê de hene.”

Necîbe Qerdaxî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê û bi taybetî jinan ji bo Rojavayê Kurdistanê û wiha bi dawî kir: “Pêwîst nake em li bendê bin ka wê pêşeroja Sûriyeyê çawa be. Divê di her alî de em xwedî li nirx û destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê derbikevin.”