Nazê Nayîf di 8’emîn salvegera xwe de li Şengalê hat bibîranîn
Nazê Nayîf Qewala ku di sala 2017’an de ji aliyê pêşmergeyên Roj ve hatibû şehîdxistin, di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê endamên TAJÊ ve li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şengal – Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewala ku di sala 2017’an de di encama êrîşên pêşmergeyên Roj de hatibû qetilkirin, di 8’emîn salvegera şahadeta xwe de ji aliyê malbat û endamên TAJÊ ve li ser gora xwe hat bibîranîn.
Li ser navê TAJÊ Rîham Hesen axivî û di şexsê şehîd Nazê de hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û got ku dê tu carî şehîd Nazê ji bîr nekin.
‘Şehîd Nazê xwe fedayî civaka xwe û doze kir’
Rîham Hesen destnîşan kir ku şehîd Nazê bûye şahida fermanê, bûye şahida rewandina bi hezaran jinên Êzidî, bûye şahida îxaneta ku li civaka êzidî hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Li ser vê yekê şehîd Nazê tev li tevgera jin TAJÊ bû û bi vê hêrsê kar û xebat da meşandin. Lê di sala 2017’an de pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê êrîş pêk anîn û xwestin fermanê temam bikin. Di encama vê êrîşê de şehîd Nazê gihişt şehadetê. Şehîd Nazê yek ji wan ciwanên êzidî bû ku xwe fedayî civaka û dozê kir. Em ê tu carê şehîd Nazê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
‘Em ê ji bo pêkanîn û misogerkirina xeyalên şehîdan têbikoşin’
Têkildarî heman mijarê endama Dîplomasiya TAJÊ Zozan Simo ji ajansa me re axivî û ev nirxandin kir: “Şehîd Nazê heta şehadeta xwe ji bo maf û doza jin û civaka êzidî têkoşiya û li ber xwe da. Îro jinên êzidî ji bo pêkanîna xeyala şehîd Nazê û hemû şehîdan kar û xebat didin meşandin. Ji bo pêkanîna xeyal û mîsgerkirina xeyalên şehîdan em ê têbikoşin. Şehîdên me azadiya jin û civakê dixwestin û ji bo vê şehîd bûn. Em jî dibêjin heta ciwanên êzidî hebin, heta fikir û ramanên Serok Apo di nav me de be, em ê têbikoşin û li ber xwe bidin.”