Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê konferansa xwe li dar xist

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi Rêxistinkirina Hestê Jin û Jinbûyînê Em ê Jiyanê Ji Dagirkeriya Zanista Desthilatdaran Rizgar Bikin’ 1’emîn konferansa xwe lidarxist. Konferansa ku 2 rojan domkir, bi encamnemayê dawî bû.

Mexmûr- Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nêzî du mehan bi beşdariya jin û jinên ciwan ên wargehê koman avakir û di van komên hatine avakirin de der barê 5 mijaran de atolyeyan pêkanî. Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê di navbera dîrokên 23-24’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Bi Rêxistinkirina Hestê Jin û Jinbûyînê Em ê Jiyanê Ji Dagirkeriya Zanista Desthilatdaran Rizgar Bikin’ 1’emîn Konferansa li darxist û encamên atolyeyan pêşkeşkir. Konferans bi beşdarbûna 100 delegeyan li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û perspêktîfên Jineolojiyê hatin xwendin. Piştî xwendina perspêktîfan, sînevizyona ku der barê Jineolojiya Mexmûr de hatibû amedekirin, hate temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevizyonê, peyamên ku ji Şengal û Başûrê Kurdistanê ji bo konferansê hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman, beşa duyemin a konferansê destpêkir.

Beşa duyemîn a konferansê bi pêşkeşkirina encamên atolyeyên beriya konferansê hatibûn pêkanîn, destpêkir. Mijarên di konferansa 2 rojan domkir de hatin pêşkeşkirin wiha ne:

*Bandora sosyo-psîkolojîk a koçberiya bi dare zorê ya li ser jinan.

*Mafên me çi ne? Em çendan dizanin, çendan pêk tînin.

*Hişmendiya zayendî û hîskirina zayendî.

*Dahûrandina sosyolojîk dîrokî ya çanda Botanê a bi kilaman.

*Stûnên demokratîkbûyina malbatê.

Pêşkeşî û nîqaşên mijaran du rojan bi eleqeyek mezin û xurt pêkhat.

Di roja duyemîn a konferansê de piştî bidawîbûna nîqanaş endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler axivî.

Songul Guler, 1’emîn Konferansa Jinolojiyê ji tevahî jinan re pîrozkir û got: “Em konferansê diyarî hemû jinên berxweder dikin. Em spasiya hemû kesên ku di amedekarî û atolyeyan de alîkarî û piştgiriya xwe dane dikin. Em hevî dikin ku ev konferans bibe wesîleya bilindkirina têkoşîna jinên Kurd û cihanê.”

Piştî axaftina girtinê encamnameya konferansê ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Bahar Tarhan ve hat xwendin.

Biryarên ku di encamnameya konferansê de hatine diyarkirin wiha ne:

“Jineolojî bingeha zanista azadiya civaknasî ye. Di giştî cîhanê de zanist di pirgirêkên heyî yên civaknasî de, roleke çareserî naleyise di şûna wê pirsgirêkên heyî yên civakê kûrtir û girantir dike. Ger zanistek ne ji bo civakê be û li ser esasê dijî civakê kar bike, civaknasiya azadî pêşnakeve û nikare bibe rêbazên heqîqetê. Zanist bi îdîaya rêbazên heqîqetê derketiye holê. Lê mixabin zanist, di mijara tehlîlkirina sosyolojiyê de bi rol û berpirsyariyeke zanistî nêzîk nebûye. Jineolojî xwedî îdîaye ku zanista di bin bandoriya desthilatdariyê de ye derbixe û bike malê civakê. Ango weke alternatîf li hemberî zanista kapîtalîzm ya di bin bandora desthilatdariyê de ye derdikeve pêş û xebatên xwe dimeşîne. Jineolojî ji bo mirovahiya ku di taritiyê de windabuye, derxistina ronahiyê ye.

Bi vê hişmendiya azadiya civakî zanista Jineolojî ya li Mexmûrê kar û xebatên xwe dimeşîne. Jineoloji ya Mexmûrê armanc û hedefên girîng wek lêkolîn, sempozyum, komxebat, perwerde û konferansan lidardixe. Di vê çarçoveya de di dîroka 23-24 Tebaxa 2024 Konferansa yekemîn a Jineolojî ya Mexmûrê bi şîara ‘Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyînê em ê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin’ pêk hat.

Biryarên ku di Konferansê de hatin girtin

- Hevpeymanekî me li gorî malbata demokratîk çêbibe.

- Modêla malbata demokratîk divê çawa be divê somutir bibe.

- Divê têkoşîna guhertina malbat demokratîk bê dayîn.

- Zewac jî li ser çi esasê pêk were li gorî ê pîvan bên dayîn.

- Jinek ciwan a ku bixwazibe bizewice divê di aliyê aborî de zemîneke xwe hebe ku bikaribe xwe li ser piyan bihêle, weke şert bê danîn.

- Ji bo kar ne anîna berhemên plastîk kampanyayek bê destpêkirin.”

Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.