Navenda Lêkolînên Jineolojî li Şehbayê 1’emîn konfransa xwe li dar xist

Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehba konferansa xwe ya yekemîn a zanistê li hola wargeha Serdem a kantona Şehbayê li dar xist.

Şehba - Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Efrîn-Şehba konferansa xwe ya yekemîn a zanistî di bin dirûşma "Ji tekoşîna Sakîne û Evîn heta Jîna, Zeyneb û Negîhan, Jin Jiyan Azadî" li hola kampa Serdem kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Di konfransê de 170 delege ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Efrîn amade bûn, her wiha 5 endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê derbasî konferansê bûne. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên jin hat xemilandin. Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir  Beşdarvanên konferansê nêrînên xwe anîn ser ziman

Mijarên me cur bi cur hatin nîqaşkirin

Endama Navenda Lêkolînên jineolojî Efrîn-Şehba Zahîde Memo got: "Em yekemîn konferansa xwe ya zanistî li dar dixin. Di konferansê de me perspektîvên Rêber Apo derbarê zanista jin û jineolojî de xwend. Her wiha sinevizyon derbarê komkujiya 9'ê Çile ya Parîsê pêşkêş kir. Piştre me nêrîn û pêşniyarên yên xebatên me di hundir du salan de hatiye meşandin ji beşdarvanan re pêşkêş kir û di der barê wê de nêrîn hatin dayîn û kêmasiyên ku bi me re derbas bûne hatin nirxandin ta ku em di demên pêş de li ser bisekinin. Şanoyek ji aliyê jinên ciwan ve li ser tundiya ser jin hate pêşkêşkirin. Me xwest di vê konferansê de komxebatên bi mijarên tundiya ser zarokan, hezkirina jin ji jinê re, girîngiya aboriya jin û tundiya teknolojî ya li ser jin hatin li darxistin ta ku em nêrînên heveş bigirin û li ser xebat di demên pêş de bibin meşandin. Me xwest rengê hunerê jî têxin konferansa xwe û bi riya stranan konferansê dawî bikin."

Planên demên pêş perwerdekirina civakê ye

Di dawiyê de Zahîda Memo plansaziyên xwe yên di demên pêş de ragihand û wiha vegot: "Di demê pêş de plansaziyên me cur bi cur hene, yek jê berdewamiya gava çaremîn ji avakirina malbetek demokratîk di komînan de li dar bixin. Di heman demê de perwerdeyên me di hundir akademiyan de berdewam bikin. Her wiha planên me ji bo perwerdekirina takekesî di navendê de heye ji bo em karibin xwe û civakê jî perwerde bikin."

‘Em ê deng û zanista jinan li tevahî cîhanê belav bikin’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê Yesmîn Mihemed a ku beşdarî konferansa zanistî li Şehbayê bûye armancên konfransê wiha anî ziman: "Destpêkê li Helebê ev konferans hat li dar xistin, niha jî me xwest li Şehbayê were lidarxistin û armancên konferansa xwe bi jinên Efrîn û Şehabyê re parve bikin. Kar û xebatên me li ser bingeha têkoşîna jinan li hember zîhniyeta baviksalarî ye. Armanca me ji konferansê ew e ku dengê jinê û zanista wê bigihîjînin tevahî cîhanê. Jineolojî zanista jinan temsîl dike. Em wek xebatkarên Jineolojî daxwaza me ev e ku zanist li tevahî cîhanê bê belavkirin û rastiya jin bê naskirin. Rêber Apo ev zanist pêşkêşî her jinekê di nava civakê de cih digire kiriye. Komxebatên me li ser esasê di nav civakê de avakirina zîhniyetek wekhev û azad e."

‘Konferansa zanistî wê bibe bersiva qirkirina jin’

Endama koordinasyona Kongreya Star Efrîn-Şehba Elîf Mihemed ku weke delege beşdarî konferansê bûye, diyarkir ku konferansa zanistî gaveke ji bo serkeftina jinan e û wiha pê da çû: "Di demek ku dijmin dixwaze deng û rengê jinê di civakê de bide qirkirin û bi rêya êrîşên xwe hedef digire, li darxistina konferanseke zanistî û bi kombûna 170 jin gavek serkeftîye û derbeyek ji dijminê qirker re ye. Ev konferans wê bibe bersiva siyaseta qirkirina jinan. Em ê dirûşma Jin, Jiyan Azadî li tevahî cîhanê belav bikin û bikin dirûşma bingehîn di jiyanê de. Di vê sedsalê de em ê tevahî siyasetên qirkirin û tunekirinê ji holê rakin û jiyana azad û wekhev ava bikin."