Navenda Jinan ya Nûda cardin navê xwe girt

Şaredariya Qoser, navê ‘Navenda Jinan ya Nûda’ ku qeyum navê wê weke ‘Navenda Jinan ya Hanimelî’ guhertibû berê cardin lê kir.

Navenda Nûçeyan- Di hilbijartinên herêmî de şaredariya Qoserê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat qezenc kirin. Meclisa şaredariyê civîna xwe ya awerte ya meha Hezîranê pêkanî.

Di civîna ku hevşaredarên şaredariya Qoserê Bîlek Turgay û Zeynî Îpek serokatiya wê dikir. Derbarê avahiya berê ya şaredariya Dirbêsiyê ku mulkiyeta wê aydî şaredariya Qoserê ye ku niha weke qada leşkeri tê xebitandin ji bo kar û barê tehsîsê were iptalkirin pêşkêşî meclîsa şaredariyê hat kirin. biryar bi piraniya dengan hat erê kirin.

Navê Navenda Jinan hat guhertin

Di heman demê de di civînê de Navenda Jinan ya Hanimelî ku girêdayî şaredariyê ji aliyê qeyûm ve navê wê hatiye guhertin, guhertina navê wê yê berê weke Navenda Jinan ya Nûda bi piraniya dengan hat erê kirin. Li gora vê navê 'Hanimelî' weke 'Navenda Jinan ya Nûda' hat guhertin.