Navê lêgerîna di riya ‘xwebûnê’ de: Nagîhan Akarsel

Nivîsandin ji bo wê weke sanciya zayînê bû. Ew lêgerînera ‘xwebûnê’ bû bûbû ‘şopdar’ di riya dîroka jinan de. Nagîhan Akarsel li pey xwe gelek çîrokan û mîraseke mezin hişt.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Navê wê tê wateya tişta ji nişkave/bê dem. Çûyîna wê jî bêdem bû. Di 4’ê Cotmeha sala 2022’yan de rêwîtiya wê ya ku bi heyecan destpê kiribû bi dawî bû. Bi nûçe û nivîsên xwe, bi têkiliyên xwe yên bi mirovan re û bi projeyên ku dest pê kiribû, li pey xwe mîraseke bêhempa hişt. Ji ber vê yekê çûyîna wê nebû dawî, dijberî wê ji bo hevriyên wê bû destpêk.

Akademîsyen-rojnameger û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku ji bo ji jinan re cihên nû vebike, ji bo hinek projeyan çêbû Herêma Federal a Kurdistanê 4’ê Cotmeha 2022’yan bi sûîqestek hat qetilkirin.

Jiyana li erdnîgariyek hişk û zuha û lêgerîna xwebûnê

Nagîhan Akarsel, di sala 1977’an de li gundê Xelikan ê Cîhanbeyliya Konyayê hat cîhanê. Ew zaroka malbatê ya yekem bû, zarokatiya wê bi lêpirsîna “weke Kurd çawa hatine Cîhanbeyliyê” derbas bû. Li gundê Xelikan jin û mêrên temenê wan mezin bi Kurdî diaxivîn, Tirkî ji bo wan zimanê bazirganiyê bû. Yek ji sedemên herî mezin ên Nagîhanê ber bi têkoşîna azadiyê ve birin, ew bû ku Kurd bû lê nizanibû ji ku hatiye.

Bi zarokatiyeke bi aheng şopa xwe hişt 

Li Xelikanê bi taybetî zarokên keç heta cihekî dibistanê dixwendin lê Nagîhan bû zaroka keç a yekem li gund heta zanîngehê xwend.

Hevala wê ya zarokatiyê Ronî Eylem, di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje: “Qet nayê bîra min wê bi zarokên gund re şer kiribe, têkiliya wê bi hemû zarokan re pir baş bû. Hem têkiliya wê baş bû, hem jî ji bo têkiliyên zarokên din jî baş bin hewl dida. Ji me re dibû mînak. Em jê hînî têkiliyên baş bûn. Li gund zarokên keç wisa bi hêsanî nikaribûn bi zarokên kur re bilîzin, lê Nagîhanê bi zarokên kur re jî li hev dikir. Diçû bi zarokên kur re jî dilîst, hevaltiyê bi wan re dikir.” Li gorî Ronî Eylem; Nagîhan weke keseke bi aheng e ku ne tenê li ser zarokan, li ser şêniyên gund jî şopa xwe hiştiye.

Meraqa Nagîhana ku li ser kokên jinan lêkolîn dikir û bi pey bi sedan çîrokan ketibû, ji zarokatiyê ve pê re hebû. Dema ku xwendekara lîseyê bû, bi çavdêrîkirina jinan çîrokan dinivîsand. Xwendekareke serkeftî bû, yekem ciwana ku li gund zanîngehê kar kiribû ew bû. Dema ku ji Xelikanê derket, armanca wê ne tenê xwendina zanîngehê bû di heman demê de dixwest ber bi kokên xwe ve bikeve rêwîtiyê. Çûyîna zanîngehê gava pêşîn a vê rêwîtiyê bû.

Pirtûk û kovarên di bin çengê wê de…

Nagîhan Akarsel, piştî ku Beşa Rojnamegeriyê li Zanîngeha Ragihandinê ya Enqereyê kar kir, xwe di nava têkoşîna azadiya Kurd de dît. Li zanîngehê di nava Ciwanên Welatparêz de xebatan meşand. Pirtûk û kovarên ku her dem di bin çengê wê de bûn, li hevalên xwe belav kir lewre dizanibû rizgariya jinan bi rêxistinbûnê pêkan e.

Di pola duyemîn a zanîngehê de (1997) berê xwe da çiyayan. 3 salan têkoşiya û dûre vegeriya Enqereyê lê di sala 2001’ê de li Enqereyê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û dûre jî hat girtin. 7 salan li Girtîgeha Ulucanlar û Amasyayê ma. Di sala 2007’an de hat tehliyekirin. Piştî dîlîtiya 7 salan perwerdeya xwe domand û beşa rojnamegeriyê qedand.

Daxwaza bêdawî ya nivîsandinê

Nagîhan, di sala 2009’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi xebatê kir. Hevalê wê Kenan Kirkaya bi gotinên; “Bi qasî meraqa wê ya ji bo rojevê, aliyê dîrokî, tesewirên der barê pêşerojê, û îhtîmalan meraq dikir” behsa daxwaza wê ya bêdawî ya nivîsandinê dike û wiha dibêje: “Tevî ku lêpirsîn dikir, difikirî û carna diket nava xwe jî bi coş bû. Tevî ku ji gelek pêvajoyên zor derbas bû jî, mirovek heta tu bibêjî nerm bû. Dema ku diaxivî bi toneke kêm û bi dengekî aram diaxivî. Cîhana wê ya hundir pir bi deng bû lê derveyî wê wisa nebû.”

Nagîhanê daxwaza ya nivîsandinê wiha dianî ziman: “Lewre dîrok bi rondiken ji dilê min dibarin tê nivîsandin û ez dixwazim binivîsînim…”

Hevaleke wê ya pê re xebitiye Zozan Sîma, daxwaza Nagîhanê ya nivîsandinê dişiband “sanciya zayînê.” Di nivîsa ku piştî çûyîna Nagîhanê de nivîsand de wiha dibêje:

“Nîvê şevê, yan jî di dema berbangê de em bi denge tûşên kompîtora te şiyar dibûn. Carna weke ku sanciya zayînê bikşîne dihatin nivîsandin nivîsên herî xweş. Carna weke avê diherikî. Baş e ku te nivîsand lewre em çi binivîsînin, nikarin ji te vegotina te baştir behsa te bikin.”

Rêwîtiya bi Jineolojiyê re…

Nagîhan Akarsel, di sala 2014’an de li Akademiya Jineolojiyê û di Kovara Jineolojiyê de dest bi xebatê kir. Di sala 2016’an de di nivîsa xwe ya di Kovara Jineolojiyê de bi sernavê “Ger jin di armanca xwe de zelal be, rêbaza xwe dibîne” de wiha dibêje:

“Bi tevahî têgihîştina jiyanê, ango gihîştna kemalê lêgerînê dixwaze. Bi zanîna cudabûn û hayjêbûnê tenê, gihîştina zanîna jiyanê û terbiyeya mirovahiyê zor e lewre… A esas ew e ku der barê jiyanê de pirsên mirov ên baş hebin… Divê mirov bizanibe bibîne, binêre, meraq bike, bi dilê xwe hîs bike û bêyî rawestan tiştên hîn dibe zêde bike. Dîtina rengan, muzîk, wêne, dema hewce bike bizanibe bîranînan bihejmêre. Dibe ku ev yek gihîştina deryaya zanînê be. Bêyî ku têkiliya paradîgmaya dil û aqil ji hev veqetîne, bikaribe bibêje ‘famkirin kirin e’ ango.”

Wê beriya vegotina kûrbûna jineolojiyê û armanca wê wiha digot: “Zimanê bi kar tînim divê bang li ferasetek ku bi xwezayê re têkiliyên cidî daney bike.”

Li Efrînê şopên Nagîhanê

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bingehên sebatên Jineolojiyê hatin avêtin. Di sala 2017’an de li Efrînê perwerdeyên Jineolojiyê hatin destpêkirin. Nagîhanê wê demê ji xebatên li Efrînê re pêşengî kir, bi hezaran jinan perwerde kir, li çîrokên wan guhdarî kir. Weke şopînerek bi pey çîrokên jinan ket, berhev kir. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî şopên xwe hişt. Di 25’ê Mijdara 2018'an de di avakirina gundê jinan Jinwar ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû de cihê xwe girt. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di xebatên avakirina Enstîtuya Andrea Wolf de jî ew hebû.

Serhildana Rojhilat û heyecana Nagîhanê

Narîn Roj, yek ji wan hevalan e ku bi Nagîhanê re li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xebitiye. Diyar dike ku çend roj beriya Nagîhan were qetilkirin dema axivîne Ii ser serhildana li Îran û Rojhilat gotiye: “Serhildana jinên Rojhilatî ya bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ min bi heyecan dike. Ez bi vê berxwedana jinên Rojhilat şanaz dibim. Ji dîmenên li Rojhilat hem pir hestiyar dibim hem jî xwe mehcûb hîs dikim lewre her kulîlk li axa xwe şîn dibe û kokên kulîlka li axa xwe şîn bibe pir bi hêz e. Kulîlkek ku li axa xwe şîn bibe, tu çiqas xweliyê bavêjî ser bavêje nikarî pêşî li şînbûna wê bigrî.”

Nagîhanê bi bi hezaran çîrokên di bîra xwe de berê xwe da Silêmaniyê.

Projeya Pirtûkxaneya Jinan

Nagîhan, li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê, ji bo vekirina Pirtûkxaneya jinan demek dirêj ketibû nava têkiliyan. Ji bo projeya ku li dijî feraseta dîrokê ya desthilatdariya mêr weke tedbîr hatibû destpêkirin, heta roja ku hat kuştin xebatan meşand lê dema ku ji bo vê xebatê li Silêmaniyê dima, 4’ê Cotmeha 2022’yan li pêşiya mala xwe hat kuştin. Projeya “Pirtûkxaneya Jinan” a Nagîhanê nîvî ma lê rêhevalên wê salek piştî çûyîna wê (24’ê Hezîrana 2023’yan) Navenda Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd vekirin.

Xeyalên wê

Nagîhan Akarsel, di serî de li Bakurê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê xebatên jinan meşand. Gelek xeyalên wê hebûn. Yek jê wan jî ew bû ku li ser şehîdên anatolyaya navîn binivîsîne. Vê xebata wê nîvî ma lê hevala wê ya zarokatiyê ronî eylem bi gotinên; “Ev xebat nîvî ma, ez dixwazim temam bikim” got ku dê xeyala wê bi cih bîne.

Nagihanbi nivîsên xwe yên kovara Jineolojiyê, rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka cîhana jinan ronî kir. Xebatên xwe yên li Navenda Lêkolînên Jineolojiyê heta dawiya temenê xwe berdewam kir û li pey xwe mîrasekek mezin û baweriyê hişt.

Bîranînên wê Nîsan û Bêhna Xweliyê

Wê helbest jî dinivîsand, çîrok jî. Kesên wê nas dikin aliyê wê yê hestiyarî û heta tu bibêjî rasteqîn baş dizanin. Piştî qetilkirina wê hevalên wê; pirtûka wê ya helbestan a bi navê Nîsan çap kirin. Pirtûk helbestên Nagîhanê, di heman demê de beşek ji tiştên ku di tûrikên xwe de berhev kiribûn e. bazinê ku ji qaşikên deryayê û moriyan çêkiribû, toqe û derzî yan jî kevirek… Çiqas bîranînan kom kiribû, destê wê li çi ketibû watedar kiribû. Di pirtûka “Bêhna Xweliyê” de pir baş behsa vê yekê dike.  

Di hejmara heftemîn a Kovara Jineolojî ya bi sernavê “Nêrîna li xwezaya mer û mêrîtî” de bi nivîsa xwe ya bi navê “Bi empatî derketina rê” bi nirxandineke wiha jin û mêran teşwîqê empatiyê dike: “Devê derî tê wateya destpêkek. Dema tu ji wê derê derbas dibî tu ber bi nûbûnê ve dikevî rê. Empatî jî ji bo famkirin û têgihîştinê devê derî ye. Rêbazeke famkirinê ye. Divê tu ji hemû tirs û fikaran azad bibî. Tu bi dilê kesek din pirek çêdikî… Çûyîna ber bi wî dilî ve, têkilîdanîna bi mêjiyê wî dilî re ye. Divê  tu bikaribû wateya tu digihîjiyê vebêjî. Vê wateya ku di demê de çêdibe lêgerînê dixwaze. Empatî, famkirin û vegotina famkirinê ye. Kesê ku tu pê re empatî dikî jî di nav de ji bo her kesê ye… Gotineke Çermsoran a “Beriya tu min bidarizînî divê tu bi makosenên min bigerî!” jî gotinek zanayan a li ser empatiyê hatiye gotin e.

Jina birêxistinbûyî, momenta bingehîna a guherîna çanda desthilatdariya mêr e. Em behsa yek bi yek jin û mêran nakin. Jina birêxistinbûyî ji guherîn û veguherîna mêr berpirsyar e. Mêr jî dê di pêşengiya hêza jineke wiha de xweza û azadiya xwe bibîne. Pejirandina vê bi keda bi salan çêbûye. Mînak di nava Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de bi têgehên; zanîna zayend, hezkirina ji zayend, têkoşîna zayend, bi salan e têkoşîn tê meşandin. Hevdîtina jinani hezkirina wan a ji hev û baweriya ku dikarin bi hev re jiyana azad ava bikin yek ji rêgezên bingehîn e.”

Dosya ji raya giştî tê veşartin

Di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel de sê sal derbas bûn. Kiryarê êrîşê dema ku xwest bireve Hewlêrê, li benda dawî ya asayîşa YNK’ê ya li derketina Silêmaniyê hat girtin. Di 24’ê Kanûna 2023’yan de, kujerê bi navê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker, ê welatiyê Tirkiyeyê ji aliyê Daraza Herêma Federal a Kurdistanê ve cezayê mirinê girt lê ne raya giştî ne jî xizmên Nagîhan Akarsel der barê pêvajoyên darizandinê de nehatin agahdarkirin.

Sala borî vegotinên endama Lêkolînên Jineolojiyê ya Brukselê û endama Însiyatîfa ji bo Nagîhan Akarsel Edaleta Navneteweyî, Sarah Marcha, nîşan dan ku naxwazên doz di raya giştî de were bihîstin. Seraha Marcha got: “Kujer bi xwe jî di dadgehê de got ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye peywirdarkirin lê li dijî dewletê doz nehat vekirin. Vê dozê ji malbatê û raya giştî veşartî hat dîtin.”

Di dawiyê de bi helbesta helbestvana Îranî Furûx Ferûxzad a ku Nagîhanê pir jê hez dikir dixwazim wê bi bîr bînim.

“Em bawer bikin ji destpêka demsala sar

Evîna min, ey evîna min a tenê

Çiqas ewrên reş ên li benda hatin rojê hene.

Di riyeke ku te xeyala firînî dikir de roje çûkek xuya kir

Weke ku xetên wê ji xeyalên kes bûn

pelên nû yên ku ji ber bayê çilmisîn

weke

di bîra bê leke ya şibakê de ew agirê mor ku dişewite

ji ramana mehsûm a lembeyê wêdetir tiştek nebû.”