Nasnameya du rojnamevanên jin ên jiyana xwe ji dest dan eşkere bû

Nasnameya du rojnamevanên jin ên di êrîşên dewleta Tirk ya li Silêmanî de jiyana xwe ji dest dan eşker bû.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê, wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn. Nasnameya rojnamevanên di encama êrişa hovane ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan bûne eşkere bû.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê yek ji rojnamevana ku jiyana xwe ji dest daye Hêro Behadîn’e û li kompanyaya Çetir ya medyayê kar dike ye. Navê rojnamevana din jî Gulistan Tara ya xelkê Batmana Bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2000’an ve weke têkoşerek çapemeniya azad kar dikir.