Narîn Guran hate definkirin

Cenazeyê Narîn Guran a ku piştî 19 rojan hate dîtin, li taxa Çuliye ya Rezana Amedê hatî qetilkirin hate definkirin.

Navenda Nûçeyan- Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çuliyê ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, duh danê sibê saet di 08.45'an de li Çemê Îleritutmazê ku bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye, di kîsekî de hat dîtin. Otopsiya duh li cenazeyê ku ji aliyê dozgeriyê ve hat diyarkirin deforme ye, bi qasî 10 saetan dom kir. Piştî otopsî bi şev qediya, serê sibê cenaze anîn Taxa Bati Karakoç û li mizgeftê nimêja cenaze hat kirin.

Tevî malbatan, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, Walî û qeymeqamên Amedê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî nimêja cenaze bûn.

Piştî nimêjê bi dirûşman cenazeyê Narîn Guran  birin Taxa Çuliyê û defin kirin. Narîn li vir bi duayan hate definkirin.