'Zarokan bêdeng dikin, kiryaran diparêzin'

Li ser lêpirsîna ku têkildarî qetilkirina Narîn Guran berdewam dike de, seroka Komîsyona Mafên Zarokan Huriye Hamîdî ya ku pêvajoyê dişopîne bal kişand ku ji bo zirar negihîje pênaseya ‘malbata pîroz’ zarok tên bêdengkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Narîn Guran a 8 salî ya li gundê Çolî yê Rezana Amedê winda bû, cenazayê wê piştî 19 rojan hat dîtin, li gundê ku lê hat qetilkirin hat definkirin. Agahiyên têkildarî mirina Narîn Guran dê bi rapora otopsiyê diyar bibin.

Bi windabûn û qetilkirina Narîn Guran re, careke din bûyerên şîdet, îstîsmar, tecawiz û qetilkirina zarokan ku li Tirkiyeyê zêde ne ketin rojevê. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê; (TUÎK) di navbera salên 2008 -2016’na de 104 hezar û 531 zarok winda bûne. Li welatê ku bûye cihê windabûna zarokan, TUÎK’ê piştî sala 2016’an tu dane parve nekirine. Li gorî raporên Wezareta Dadê jî ji sûcên li dijî zarokan, di sala 2023'yan de ji 40 hezarî zêdetir dosya hatine vekirin. Ji 36 hezar û 275 kiryaran 7 hezar û 88 ji wan ceza girtin, 7 hezar û 108 hatin beraetkirin. Dîsa di sala 2023’yan de der barê 14 hezar û 84 dosyayên hatin vekirin de biryarên "hewceyê şopandinê nîn e” hatin dayîn, ji bo 14 hezar û 299 dosyayan jî dozên giştî hatin vekirin.

Amed yek ji bajarên ku gelek caran zarok lê winda dibin e. Beriya Narînê di sala 2020’an de Mîrac Çîçek winda bûbû, bi rojan lê geriyabûn lê nehatibû dîtin. Dosyaya Mîrac Çîçek a ku li benda demboriyê hatiye hiştin, 4 sal in li ser bûyerê tu pêşketin çênebûye.

‘Bi xwedîderketina raya giştî bûyer ket rojevê’

Seroka Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê Huriye Hamîdî, yek ji kesên ku dosyaya Narîn Guran ji roja destpêkê ve dişopîne ye. Huriye Hamîdî, bal kişand ku ji ber raya giştî û sazî li Narîn Guran xwedî derketine û xistine rojevê cenazeyê wê hatiye dîtin û li ser biryara veşarî ya ji bo dosyayê hat girtin û qedexeya weşanê axivî. Huriye Hamîdî diyar kir ku raya giştî, bi zanebûn bi pey bûyerê ketiye û rexne kir ku tevî ku rojên destpêkê lêgerînek baş hatiye kirin jî delîl nehatiye dîtin.

Huriye Hamîdî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di lêpirsîna ceza de veşartin esas e, du aliyên vê hene; yek jê ji bo mafê kesên gumanbar bikeve bin temînatê, a duyemîn jî ji bo pêşî li windakirina delîlan were girtin. Di dosyayê de biryara veşartinê hatin girtin. Dibe ku ev biryar ji bo dosya bi awayekî baş were şopandin hatibe girtin lê mijareke ku evqas ketibe rojeva raya giştî divê hinek tişt werin bicihanîn. Raya giştî ji aliyê saziyên fermî ve tê agahdarkirin jî. Diviyabû di vê pêvajoyê de carna gel bihata agahdarkirin. Ev dosyayeke hesas e, helwesta bi zanîn a raya giştî û hemû saziyan vê dosyayê di rojevê de hişt. Yek ji sedemên wê jî ew e ku gel xwedî li vê mijarê derket. Di rojên destpêkê de me dît ku xebatên lêgerînê bi awayê baş tên kirin. Dema em vê bi dosyaya Mîraç ê di sala 2020’an de winda bû re muqayese bikin, dibînin ku xebatek baş hat kirin lê di merleheya heyî de mirov nikare dirêjbûna vê pêvajoyê bipejirîne. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de hinek tişt kêm hatine kirin.”

‘Zarok tên bêdengkirin’

Huriye Hamîdî diyar kir ku binpêkirinên li ser zarokan hiqûqî û civakî ne û bang kir ku divê mekanîzmayên ku bikaribin pêşî li van binpêkirinan bigrin werin pêşxistin.

Huriye Hamîdî ba kişand ku zarok di tu warê jiyana xwe de di ewlehiyê de nîn in û wiha domand: “Dema em ji aliyê hiqûqî ve dinêrin dibînin ku dewlet mekanîzmayên zarokan ji binpêkirinan biparêze bi pêş naxe. Tedbîrên ku pêşî li binpêkirinan bigrin nayên girin. Dema em ji aliyê civakî ve dinêrin, dibînin ku zarok weke kesek xwedî maf nayê pejirandin. Li ser navê zirarnedayîna ‘malbata pîroz’ zarok tên bêdengkirin û windakirin. Divê beriya her tiştî vê pergalê biguhere. Pêdivî bi guherîn û veguherînê heye. Divê destpêkê dewlet ji bo pêşîgirtina şîdet û binpêkirinan xebatan bimeşîne. Ev ne tenê fiîlî de divê di gotinê de jî hebe. Divê gotinên ku pêşî li şîdeta li ser zarokan bigrin zêdetir bibin.”

‘Mêr tên parastin’

Huriye Hamîdî da zanîn ku polîtîkayên bêcezatiyê û têgeha ‘parastina malbatê’ dibin sedema zêdebûna van sûcan û wiha domand: “Divê şîdeta li ser zarokan û jinan ji hev cuda neyên dîtin. Hedefa kiryaran jin û zarok in. Çima lewre pênaseya ‘malbata pîroz’ heye. Divê ew malbat bi awayekî were parastin. Ev yek jî hem bi gotinan, hem jî bi polîtîkaya bêcezatiyê tê kirin. Me di gelek dosyayan de vê polîtîkaya bêcezatiyê dît. Di dosyayên sûcên li dijî jin û zarokan de mêrên kiryar tê parastin. Ev yek jî dibe sedem ku kiryar cesaretê bigrin û sûcên xwe bidomînin. Di meha Tebaxê de bi dehan jin hatin qetilkirin, hejmara zarokên rastî îstîsmara zayendî hatin zêde bûye. Polîtîkayên ku ‘malbatê diparêzin’ dibin sedema zêdebûna sûcan.”

Huriye Hamîdî, herî dawî diyar kir ku ew ê heta dawî dosyayê bişopînin.