Narges Mohammadî bang kir: Bikevin nava tevgerê

Çalakvana mafên mirovan û rojnamevan xwecihî Narges Mohammadî, di nameya ku ji Girtîgeha Êvînê ya ku lê tê ragirtin şand de, bal kişand ser qetlîamên rejîmê û xwest binpêkirinên mafên mirovan bên belgekirin û çavdêrkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsên rejîmê di serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji 16’ê Îlonê vir ve li Îranê hatine destpêkirin de, bêyî ku bibêje, jin, zarok, ciwan, kal û pîr mirov hedef digre û qetil dike. Ji 16’ê Îlonê heta hefteya ewil a meha Mijdarê li 31 eyaletên cuda zêdetirî 50 zarok ji aliyê polîs û leşkerên rejîmê ve hatin qetilkirin. Girtiya siyasî ya Îranî, çalakvana mafên mirovan û rojnamevana xwecihî Narges Mohammadî, der barê mijarê de ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek nivîsand. Di nameyê de xwest qetlîamên ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve tên pêkanîn bên belgekirin û bal kişand ser qetlîamên zarokan.

'Tevî qetlîaman jî berxwedan didome’

Nameya ku ji Girtîgeha Êvînê şand, li ser hesabên medyaya dîjîtal a Narges Mohammadî hat parvekirin, agahiya nav û nasnameya zarokên hatin qetilkirin jî cih girtin. Narges Mohammadî di nameyê de tiştên hatine jiyîn bi van gotinan vegot:

“Gelê Îranê demokrasî û azadî dixwaze û ji bo pêşketina Îranê bi cihanê re têkiliyek asayî û xwezayî heq dike. Lê pergala oliya zordest, bi karanîna zext û kuştinê vê mafê mirovan asteng dike. Girtîgehên hikûmetê jî bi girtiyan re tijî ye. Her roj ciwanên agît û bêguneh li kolanan tên qetilkirin. Berxwedana gelan, ji qetilkirina jinan heta qetilkirina zarokan tevî hemû polîtîkayên zext û qetlîamê jî hêj berdewam dike.”

Li gel wê zilmên hîn zêdetir bikin…’

Narges Mohammadî di nameya xwe de xwest ku li welat binpêkiriên mafan werin belgekirin û wiha got: “Ez behsa zordariyên di salên bûrî de hatin jiyan kirin nakim, ji ber evane bi xwe dozên cûda dixwazin. Jinên weke Behnaz Afşar wê bêjin xwe intîhar kiriye, wê zarokên wê bikujin û wê bijin ne me wan kuştiye û piştre jî wê ji bo dayik bêdeng bibe gef lê dikin, li ser Kurdistanê de wê biçin, wê girtinan berdewam bikin, wê komkojiyan bikin û ji bo gel nedakevin qadan wê hîn zêdetir zilmê bikin, zilmê wê bibin qadan, wê li kolanan îşkence bikin û piştre jî ji bo berdin wê ji malbatan bi zorê pare werbigrin. Ez weke çalakvanek ya mafê mirovan daxwaz dikim ku evane hemû werin belgekirin û ew lêjneya hikumetê ku behs tê kirin van nêzîkatiyan çavdêr bike û têkiliyên di navbera hikumetan de ji bo lihevkirina mafê mirovan bigihe cihek hîn baştir.”

Çalakvan Narges Mohammadî dest nîşan kir ku divê di serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê leşker û polîsên girêdayî rejîma Îranê di heman demê de girtîgehên Îran û li her aliyê welat tundîtûjiya hatiye pêkanîn û ji bo ev hemû werin belgekirin û divê demildest dest bi tevgerê were kirin.