Namzetên jin ên li Iraqê: Armanca me mîsogerkirina mafên jinan e

Namzetên jin ên parlementoyê, li ser hilbijartina parlamentoya Iraqê ku dê di 11’ê Mijdarê de pêk were, diyar kirin ku armanca wan a çûyîna parlamentoyê parastina mafên jinan û mîsogeriya zagonî ye.

ŞIYA KOYE

Koye – Amadekariyên ji bo hilbijartina serdema 6’emîn a Parlamentoya Iraqê ku biryar hatiye girtin di 11’ê Mijdara îsal de pêk were, bi pêşengiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê didomin. Propaganda û kampanyayên ji bo hilbijartinê destpê kirine. Ji bo bidestxistina piraniya kursiyên parlamentoyê hemû partî û namzet ketine nava pêşbaziyê.

Armancên namzetên jin çi ne?

Namzedên jin ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo mafên jinan di serdema 6’emîn a parlamentoyê de biparêzin, ketine nav hewldanan. Namzetên jin diyar dikin ku dema biçin parlamentoyê dixwazin zagonên bi bandor ji bo pêşîlêgirtina tundiya malbatê, pêşxistina beşdariya jinan a di erkên biryardayînê de, baştirkirina derfetên xwendin û tayînbûnê pêkanîna mûçeya wekhev û bilindkirina asta hişyariya civakê ya ji bo mafên jinan derxin û hemû mafên jinan li parlamentoyê biparêzin.

‘Ez ji bo mîsogerkirina zagonî ya mafên jinan hewl didim’

Endama berê ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê û namzeta serdema 6’emîn a parlamentoya Iraqê Sazga Dilşad têkildarî kar û planên ji bo jinan dema biçin parlamentoyê, ji ajansa me re axivî. Sazga Dilşad da zanîn ku armanca wan gelek berfireh e û tiştên ku gava here parlamentoyê dixwaze bike wiha vegot: “Ger ez biçim parlamentoya Iraqê, weke jinek ez ê parastina hemû mafên rewa yên jinan bikim. Ez li dijî zagona ku destûr dide zewaca zarokên keç ên 9 salî me. Ev ne rewa ye. Ji bo mafên jinan bi zagonê werin pêkanîn ez ê bixebitim. Divê mafên jinan li gorî zagonan bin. Bi taybetî jinên li cihên giştî û dam û dezgehan kar dikin, divê mafên wan bi zagonê werin parastin û di destûra bingehîn de mafên wan werin diyarkirin. Ger em baweriya xelkê qezenc bikin, em ê di çarçoveya zagonan de mafên jinan biparêzin.”

‘Divê em jin bi hev re bixebitin’

Rêvebera Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan û Malbatê û namzeta parlamentoya Iraqê Fênik Şefîq jî, balkişand ser girîngiya parastina mafên jinan û wiha got: “Ji ber ku ez bi xwe rêvebera pêşîlêgirtina tundiyê me, ji nêz ve agahiya min li ser xal û bendan heye. Li Bexdayê ji bilî me, heta niha di mijara têkoşîna li dijî jin û malbatan de tevneke îdarî tuneye. Li herêma Kurdistanê zagona me ya hejmar 8 a sala 2011’an hatiye erêkirin heye. Ji ber wê divê em bi jinan re bixebitin.”

‘Divê hemû mafên jinan bên parastin’

Fênik Şefîq balkişand ser zewicandina zarokên keç û wiha got: “Di zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 de guherîna ku çêkirin de, beşek ji mezhebê Şîa Cehferî xwestin keç di temenê 9 salî de û kur jî di temenê 11 salî de bizewicin. Lê belê cihê kêfxweşiyê ye ku wê demê bi hewldana rêxistinên jinên Iraqê ku rêxistinên jinên herêma Kurdistanê jî tê de hebûn, hat astengkirin. Lê belê heta niha ji bo jinan valahiya zagonî heye. Jinên ku hevjînên xwe berdane nefeqe nagirin û ji derveyî vê çend pirsgirêkên din jî hene. Erka me ew e ku ev kar û çalakiyên li Kurdistanê, li Iraqê jî hebin. Parlamento ji bo derxistina zagonan cihê herî baş e. Bi derxistina zagonan dikarin rêk û pêk bikin û ji bo jinan xebatên baş bikin. Ji ber em hemû dizanin jin, jiyan û niştiman e, divê hemû mafên jinan di asta neteweyî de werin parastin.”