Namzetên hevşaredariyê yên xebatên hilbijartinê didomandin hatin binçavkirin

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Tûşbayê Hanim Akkoş, Umît Keser û 10 kesên din ên ku xebatên hilbijartinê didomandin hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeya Tûşba ya Wanê Hanim Akkoş û Umît Keser hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku dema namzetan xebatên hilbijartinê didomandin hatine binçavkirin û sedema binçavkirinê nehat zanîn. Hat diyarkirin ku namzet birine Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Her wiha li gel namzetan, welatiyên bi navên Nazmiye Acar, Leyla Çelîk, Bariş Oflas, Fehîm Oflas, Fatma Erbaga, Nacî Başdînç, Mecît Akkoş, Zekî Kurt, Habîp Borazan û Siddik Sayyîgît jî hatine binçavkirin.