Nagîhan Akarsel li Şehbayê hate bibîr anîn

Endama Akademiya Jineolojiyê Nsgîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2024’an de hat qetilkirin, li Şehbayê hat bibîr anîn.

Şehba – Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniye ya Başûrê bi destê dewleta Tirk hat qetilkirin, li Şehbayê hat bibîr anîn.

Çalakî li navenda Jineolojî ya navçeya Fafîn a Şehbayê hat li dar xistin.

'Em şopdarê xeta Nagîhan in'

Piştî yek deqe rêzgirtinê Henen Nesro ya ku Nagîhan Akarsel dîtiye û wê nas kiriye axivî û got: "Li Efrînê me hevdu naskir û demekê me bi hevdu re jiyankir. Jinek xwedî bawer, hêz û moral bû, her tim rûken bû. Bi hemû jinan re dibû alîkar û destek dida. Hêza wê ya çareseriyê gelek bû. Bi şahadeta wê em êşiyan, lê serê me jî bilind e. Em ê şopdarê xeta Nagîhan bin û xeyalên wê yê welatek azad pêk bînin. Em soz didin şehît Nagîhan ku têkoşîna wê ranewstînin."

Piştre sinevizyonek derbarê jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel de hat temaşekirin. Di dawiyê de koma Şehît Hêva ya Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba stranan gotç

Çalakî bi diruşmeya "Şehîd Namirin" û "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.