Nadiya Afî: Divê jin serxwebûna xwe ya aborî û civakî bidest bixin

Seroka beşa Konfederalîzma saziyên Tûnisê Nadiya Afî got ku rewşa jinan a aborî li herêmên hundirîn zor e û xwest ku jinên li gundan fikra xwe biguherînin, li hember pergala serdest têbikoşin.

IXLAS HEMRONÎ

Tûnis- Rewşa civakî û aborî ya jinan a li herêmên hundirîn ên Tûnisê bi taybetî jî li gundan ji ber ku jinan teşwîqî kar û bidestxistina serkeftinan nakin, ne baş e.

Li parêzgeha Sîdî Bozîd a Tûnisê jina bi navê Nadiya Afî, yek ji rêveberên herî mezin ên karên serkeftî yên li herêmê ye. Ji ber ku di vî warî de pispor e, destnîşan kir ku jin li herêma Qefsa û Sîdî Bozîd, her wiha li Qesreynê lawaz in. Nadiya diyar kir ku ji ber heqdestê wan kêm e û jin li hemû sektoran tên îstismarkirin, ev rewş dertê holê. Nadiya da zanîn ku ger jin di destpêkirina projeya xwe de jî bifikrin, ew dê li hember gelek astengiyan bimînin û got ku ev jî, kêmbûna piştgiriyê, betlaneyên rêveberî û pêşbirkan in.

Nadiya Afî zor û zehmetiyên ku di destpêkê de le rast hatiye vegot û wiha berdewam kir: “Ev rastiyek e ku ez mîna ferdek, di sala 2010'an de gava min dest bi projeya xwe ya taybet kir, pê re rû bi rû mam. Tevî ku projeyek nû bû jî, gelek welatiyan jê hez kirin. Lê belê hin kesên li derdora min, bi zanebûn min tengav kirin û ji min re gotin tu dê biser nekevî, tu nikarî vê projeyê berdewam bikî. Her wiha bankayê jî piştgiriya min nekir. Tevî van hemûyan jî, berovajî hin hevalên min ên jin ku yekser radest bûn û xwe vekişandin, ez bi israr bûm ku berdewam bikim. Ji ber ku li gor wan riya serkeftinê dirêj e û zor e. Lê belê ji bo min zor, bû sedema serkeftinê.”

‘Cihê kar dûrî malê ye’

Nadiya destnîşan kir ku rewşên civakî û aborî yên herêmên hundirîn cuda dibin û wiha got: “Bi taybetî jî li herêmên hundirîn jinan teşwîqî kar û bidestxistina serkeftinan nakin. Ji ber ku buroyên rêveberiyê dûrî cihê mayîna wan in û carnan dixwazin herin paytextê, lê ew der jî herî kêm 250 kîlometre dûr e. Ev yek zor e. Ne ku ev jin zewicandî be, nikare dest ji zarokên xwe berde. Her wiha jin li van herêman nikarin bi hêsanî deyn bikin. Ji ber ku erd yan jî xaniyek li ser navê wan tomarkirî tuneye.”

‘Li Tûnisê aboriya jinan sînordar e’

Nadiya Afî teqez kir ku ev pirsgirêkên li ser riya jinan, li herêmên hundirîn zêde bûne û wiha pê de çû: “Bi taybetî jî piştî şoreşa Tûnisê, rewşa me ya aborî  ji rewşa jinên li herêmên beravê yên nêzî paytextê girantir bû. Heta ku derfetên serkeftinan bi rengekî mezintir peyda nebin û hêza wan ji bo projeyê çênebe, heta ku dest bi kar nekin û di rêveberiyê de serkeftin neyên bidestxistin, ew ê berovajî rewşa heyî ya li bajarên başûr û navenda Tûnisê, azadiya jinan a aborî sînordar bimîne. Derketina rêveberên karan ên jin a li herêmên hundirîn, li aliyê Sîdî Bozîd ve tê redkirin. Nahêlin ku di çalakiyên civakî de derkevin pêş yan jî beşdarî wan bin. Tevî ku serkeftî ne û projeyên wan ên serkeftî hene jî. Ev xwezaya jinên gundî ye. Ditirsin li pêşiya herkesî derkevin û parastina mafên xwe bikin. Her wiha red dikin behsa serkeftinên xwe bikin yan jî kesayeta xwe li ser mêran ferz bikin.”

‘Bila jin bi xwe bawer bin’

Nadiya, derbarê pêwîstiyên jinên li herêmên hundirîn de diyar kir ku ji bo cihê xwe pêk bînin da ku di rûbera aborî de çalak bin, divê jin xwedî kesayeteke xurt bin û ji xwe bawer bin, her wiha bi rexneyên derdorê û axaftinên wan bandor nebin. Nadiya da zanîn ku divê jin xwedî nerîn bin û gav bi gav li kêleka mêr bin.

‘Divê jin rizgar bin’

Nadiya Afî destnîşan kir ku girîng e jin kesayeta xwe ferz bikin û wiha berdewam kir: “Di warê aborî de jî, civakî de jî girîng e jin bi xwe bawer bin. Ji ber ku jinên li herêmên pêşketî ji yên li gundan ne baştir in. Serkeftina rêveberên karan yan jî jinên xwedî proje ne, tenê li ser beşek e. Her wiha divê jin ji fikra bajarên hundirîn û gundan rizgar bin.”

‘Serxwebûna aborî têkiliyên civakî xurt dike’

Nadiya Afî destnîşan kir ku serkeftina projeyê hewceyî rêveberên karan e û wiha got: “Divê ev rêveber xwedî kesayetên xurt û bi xwe bawer bin. Her wiha divê jin ne dûrî civakê be, divê civakî be. Di ragihandinê de cih bigre û çîrokên serkeftina xwe bêje. Ji ber aliyên din bi serkeftina jinên li gundan û herêmên hundirîn bawer in û jinan teşwîqî serkeftinên zêdetir dikin. Ger ku jin dixwazin cihên xwe yên aborî bidest bixin û di vî warî de aktîv bin, divê afrîner û xwedî israra serkeftinê bin. Ji bo kesên din pê bawer bin û bi serkeftinên wê bawer bin. Her wiha keda jinan hêja bibînin. Garantiya jinan a di warê serkeftina wan a aborî de, dikare dinya wan bi giştî biguherîne. Ji ber ki serxwebûna wê ya aborî, dê bihêle bibe jineke xurt, xwedî têkiliyên civakî yên xurt û cihekî payebilind ku wê ev yek ji jinan re ketina di warê rûbera siyasî de hêsan bike.”

Banga ‘fikra xwe ya paşverû biguherînin û li dijî civaka serwer têbikoşin’

Nadiya Afî behsa tecrubeya xwe ya jî kir û wiha got: “Ji min xwestin ku bikevim rêveberiyên siyasî çandî û wekî din. Ji ber têkiliyên min ên civakî serkeftin û baweriya min bi min heye. Min ev yek red dikirin. Ji bo ku rê ji jinên din ên serkeftî re vekim, bikevin cihên girîng û di warê giştî de beşdar bibin. Ji ber derketina di rûbera civakî de alîkariya gelek jinan dike, biser bikevin û xwe isbat bikin. Jinên li Tûnisa paytext û bajarên din ên mezin dimînin, pir bi xwe bawer in û beşdariyên wan ên civakî hene, ji ber wê biser dikevin. Berovajî wê, jinên li herêmên hundirîn yên ditirsin beşdarî jiyana giştî bibin. Sedem jî, awayê perwerdeya wan a li malê ye. Li bajarên pêşketî civak yan jî malbat di diyalogan û gotina nêrîna xwe de, her wiha dayîna biryarên serbixwe de, derfetan didin beşdariya jinan. Berovajî jinên li gundan ên azadiya wan di destê mêran de ne, ne dikarin biser bikevin û ne jî beşdar bibin. Ji ber wê yekê jinên li gundan di çarçoveyeke teng de dijîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Nadiya Afî daxwaz ji jinên Sîdî Bozîd kir ku awayê fikra xwe ya paşverû bugiherînin û beşdarî atmosfera giştî bibin, her wiha li dijî civaka mêrserwer têbikoşin.