‘Dewlet bi hinceta şerê 12 rojan zeviyên daristanan talan dike’

Nûçegihana jîngehê ya li Îranê Zeyneb Rehîmî, di nûçeyek xwe de eşkere kir ku dewlet û rayedarên darazê yên li parêzgeha Mazenderanê ya Komara Îslamî ya Îranê, bi hinceta şerê 12 rojan zeviyên daristanan talan dikin.

Navenda Nûçeyan – Di demekî ku Mazenderan a dikeve bakurê Îranê di bin giraniya qeyrana çopê, koçberiya bêkontrol û wêrankirina daristan û zeviyên birincê de têdikoşe, rayedarên parêzgehê peymanekî ku dê bibe sedema tehrîbata 60 hektar zeviyên daristan û çandiniyê îmze kirin. Ev peyman, ne tenê dê bibe sedema tehrîbata daristanên 50 milyon salî yên Hirkanî, di heman demê de dê li herêmê qeyrana jîngehê jî kûrtir bike.

60 hektar daristana Hirkanî û zeviyên birincê ji bo îmarê vekirin

Li gorî nûçeya Zeyneb Rehîmî ya di Ajansa Nûçeyan a Şerq de hatiye weşandin, walî, daraz û  berpirsên jîngehê yên parêzgeha Mazenderanê ya Îranê, bi hinceta "koçberiya zêde" û "şerê 12 rojî ya di navbera Îran û Îsraîlê de" bi awayekî neqanûnî zêdetirî 60 hektar daristana Hirkanî û zeviyên birincê ji bo îmarê vekirin. Desteya Rêvebiriya Bermayiyên Mazenderanê, di bin çavdêriya walitiyê li gorî peymana bi şîrketek taybet re çêkir de, van qadan ji bo avakirina vîla û avahiyên niştecihbûnê tehsîs kiriye.

Pêvajo bi reyên neqanûnî hate temamkirin

Peymana mijara gotinê, zeviyên çandinî û daristanî yên li gundên Kaskarmehle, Kordmehle, Xurramabad û Disarê tevlî sînorên gund dike û ji bo avabûnê vedike. Lêbelê, ev biryar rûxmê ku li dijî qanûnên guhertinên karanîna zeviyên çandiniyê qedexe dikin jî, bi îmzeyên walitî, dozgerê giştî û berpirsên din ên payebilind hate pejirandin. Rûxme ku divê guhertinên wiha ji aliyê komîsyonek taybet ve were pejirandin jî, pêvajo bi reyên neqanûnî hate temamkirin.

Xweza bi awayekî pergalî tê talankirin

Zeyneb Rehîmî, destnîşan dike ku ev pêşketin ne ji ber pêdiviya jîngehê, bi armanca rant û gendeliyê tê kirin. Pisporên jîngehê, diyar dikin ku ev biryar xizmeta berjewendiyên rayedarên rejîmê û dewlemendan dike. Bi tûnekirina nasnameya gundan re, zeviyên çandiniyê vediguherin vîlayên luks. Gelê herêmê jî bi pirsgirêkên cidî yên mîna enflasyon, av û kêmbûna erdê re têdikoşîn û deverên xwezayî bi awayekî pergalî tên talankirin.