Motorsîkletvanên jin li Mexrîbê komeleyek ava kirin

Dalila Mesbah a ku Komeleya Miss Moto Maroc a ji bo motorsîkletvanên jin damezrand got: “Armanca min ew e ku ez qalibê ku jinên Mexrîbê girê dide bişkînim û nîşan bidim ku jin dikarin bê tirs sporên herî zehmet bikin.”

HANAN HARITE

Mexrîb – Dalila Mesbah wek yekem kesa Mexrîbî ku li cîhana Mexrîb û Ereb tê hesibandin ku di sala 2011’an de komeleyek taybetî ji bo jinên ku li motorsîkletên mezin siwar dibin damezrand. Dalila Mesbah a ku deriyên Komeleya Miss Moto Maroc ji jinên ku dixwazin werzîşê bikin vekir, di temenekî biçûk de dest bi ajotina motorsîkletên mezin kir. Dalila Mesbah wiha got: “Dema ez 15 salî bûm, motorsîkletek min hebû ku ez bi hevalên xwe re diçûm dibistanê” û destnîşan kir ku piştî zewicî û bû xwedî zarok dev ji vê hobiya xwe berda, lê piştî ku zarok mezin bûn azweriya xwe ya motorsîkletê ji nû ve zindî kir.

‘Armanca min şikandina qaliban e’

Dalila Mesbah diyar kir ku di gera xwe ya Emerîkayê de komek jinên ku li motorsîkletên mezin siwar bûne bandor li wê kiriye û got: “Vê bandorê fikra komeleyek li Mexrîbê da min. Ez li jinên ku heman hobiya min parve dikirin digeriyam, ji ber vê yekê min ji firoşkarên dikanên motorsîkletan xwest ku bi min re bibin alîkar ku bigihîjim bikirên (mişterî) wan yên jin. Her cara ku jinek li ser motorsîkletê li kêleka min re derbas dibû, min ew disekinand û dipirsî ka ew dixwaze tevlî bibe an na. Niha di komeleyê de gelek jin ji temenên cuda, mîmar, parêzer, dixtor û karsaz hene. Tevî cudahiyên me, xala me ya hevpar azweriya me ya motorsîkletan e. Armanca min ew e ku ez qalibê ku jinên Mexrîbê girêdide bişkînim û nîşan bidim ku jin dikarin bê tirs sporên herî zehmet bikin.”

‘Ev ne tenê ji serpêhatiyê pêk tê’

Mîmara hundir Hind Mazilli di sala 2012’an de tevlî komeleyê bû. Got ku ji biçûkatiya xwe de dixwest li motorsîkletê siwar bibe, lê heta 19 saliya xwe ev xeyal pêk nehat. Hind Mazilli got: “Min di sala 2012’an de Dalila Mesbah nas kir. Ev ne tenê ji serpêhatiyê pêk tê. Komeleya me gelek çalakiyên xêrxwaziyê dike. Em însiyatîfên hevgirtinê organîze dikin û ji bo berjewendiya kesên ku li gundên dûr ên Mexrîbê dijîn arîkariya civakî peyda dikin. Ji dema ku ez tevlî komeleyê bûm, me ji bo şikandina têgihîştinên bi qalib li ser jinan, şikandina baweriya hevpar ku motorsîkletên mezin tenê ji bo mêran in û şiyana jinan a vekirîbûna ji serpêhatiyên nû re derxin holê, xebat kir.”

‘Min hewl da îspat bikim ku dikarim motorsîkletê siwar bibin’

Noura El-Siouti a ku li Rabatê parêzere, diyar kir ku xwesteka wê ya ajotina motorsîklêtan dema ku wê Dalila Mesbah nas kir dest pê kir û wiha got: “Dalila Mesbah yekem jina Mexrîbê bû ku pêşbirkên maratona rê ya jinan organîze kir û ez jî yek ji wan pêşbirkvanan bûm. Min Dalila Mesbah jixwere wek mînak digirt dest. Ji bilî parêzeriyê min hewl da ji civakê re îsbat bikim ku tevî hemû zehmetiyan ez dikarim motorsîkletê siwar bibim.”

Xeyala xwe pêk anî

Pispora bedewiyê Ghazlan Mamo jî diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi motorsîkletên mezin re mijûl e û wiha dewam kir: “Min di çalakiyekê de Dalila Mesbah nas kir. Wê ez teşwîq kirim ku li motorsîkletê siwar bim û ez razî kirim ku divê ez ehliyeta ajotinê bistînim. Ji bo ku ez xeyala xwe pêk bînim ez beşdarî komeleyê bûm. Ji ber ku ez tirsiyam di destpêkê de min gelek zehmetî kişand.  Siwarbûna motorsîkletê mirovan berpirsiyartir û hişyartir dike, wan fêrî bêhnfirehiyê dike.”

‘Jin li her qadê hene’

Xebatkara Wezareta Edaletê Iman Boulaman jî got: “Ez rastî zehmetiyên mezin hatim ku kêmek mabû ku ez dev ji xeyala xwe ya siwarbûna motorsîkletê berdim. Ya yekem ji van tirsên malbata min bû, ku ajotina motorsîkletê wekî hobiyek didîtin. Li gorî wan siwarbûna motorsîkletê ji bo min xeter bû, lê min karî wan razî bikim. Di komeleyê de ji komên cuda jin hene. Armanca me ew e ku em nîşan bidin ku jinên Mexrîbê di wê şayanê de ne ku dikarin xwe bidestbixin û îspat bikin ku jin dikarin her cure sporê bikin. Jinên Mexrîbê tevî hemu erkên xwe yên malbatê li her qadê amede ne.”