MKGP: Di 3 mehên dawî de 6 rojnamegerên jin hatin girtin

Li gorî ‘Rapora Binpêkirina Mafan a 3 mehî ya li dijî rojnamegerên jin’ a MKGP'ê hat diyarkirin ku di nava 3 mehên dawî de 6 rojnamegerên jin hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ‘Rapora Binpêkirina Mafan a 3 mehî ya li dijî rojnamegerên jin’ bi civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê eşkere kir.

Di daxuyaniya ku bi Tirkî û Kurdî hat parvekirin de, hat destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hedefgirtina çapemeniyê û bi taybetî jî bi hedefgirtina çapemeniya azad a Kurd, bi tundî û astengkirina mafê me yê çêkirina nûçeyan zextên xwe didomîne û wiha hat gotin: “Di bin çavan de rojnamegerên jin rastî îşkence û tundiyê hatin. Li erdê hatin kaşkirin, destên wan ji paş ve hatin kelemçekirin û bi îşkenceya zayendî ya polîsan re rû bi rû hatin hiştin.

Tirkiya raporê endamên MKGP'ê Nezahat Dogan û Hayam Bulut, Kurdiya wê Dûrket Suren xwend.

Rojnamegerên jin di hedefê de ne’

Di daxuyaniya ku hat bibîrxistin, îdianameya 4 jê jin 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin nehatiye amadekirin û ligel vê yekê rojnameger hê jî girtî ne, wiha hat gotin:

“Hinceta girtina wan jî şopandina nûçeyan û nûçeyên ku çêkirine weke sûc tê dîtin e. Di 29’ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de 5 jê jin 9 rojnamegerên ku di çapemeniya azad a Kurd de dixebitin hatin girtin. Rojnamegerên ku di nava 6 mehan de hatine girtin 17 jê ji wan jin in. Ev hejmar dide xuyakirin ku rojnamegerên jin ên li dijî desthilatdar û medyaya wê têdikoşin di hedefê de ne. 

'Binpêkirin her ku diçe zêde dibin'

Di daneyên giştî yên binpêkirinên jiyan û ewlehiyê yên 3 mehên dawî de; 5 rojnameger rastî êrîşan hatin, 20 rojnameger rastî tundiyê hatin, 18 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger hatin girtin, 12 rojnameger hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 4 rojnameger hatin hedefgirtin, 9 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin. Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 7 rojnameger doz li wan vebûn, 26 rojnameger darizandina wan berdewam kir. Der barê rojnamegerek de lêpirsîn vebû û 2 rojnameger jî rastî zext û sansurê hatin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê, ji bo ku hemû rojnameger bi awayekî azad karê rojnamegeriyê bikin, em banga avakirina bingeheke pêkan û serbestberdana rojnamegerên girtî dikin. Rojnamegerî ne sûc e, çapemeniya azad û rojnamegeriya jinan nayên bêdengkirin.”