MKG û DFG: Li dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikin

MKG û DFG’ê bi daxuyaniyeke hevpar biryara darvekirina rojnameger Pexşan Ezîzî ya rejîma Îranê şermezar kir, bang li rejîmê kirin ku tavilê Ezîzî were berdan û bang li her kesê kir ku li dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikin.

Amed – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnameger û aktîvîsta jin Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê di danişîna 23’yê tîrmehê de bi îdiaya “Endamtiya komên li dijî hikûmeta îslamî serhildana çekdarî dane destpêkirin û pêşengtên wê tev li serhildanê bûne” cezayê darvekirinê lê biribû, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya DFG’ê hate dayin û gelek rojnameger tev li bûn.  

Daxuyanî ji hêla Seroka MKG’ê Roza Metîna ve hate xwendin. Metîna, di serî de girîngiya pîşeya rojnamegeriyê vegot û got ku di nava şertên herî zehmet de jî rojnameger bûne dengê heqîqetê. Bi domdarî Metîna zext û zordariyên îktîdara AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li xebatkarên Çapemeniya Azad dike bi bîr xist. 

‘Ji ber ku serî netewand cezayê îdamê lê hatiye birîn’

Di berdewama daxuyaniyê de Metîna wiha got: “Rejîma Îranê cezayê îdamê li rojnameger, pispora karên civakî û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî birî. Rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî her tim ji bo parastina mafên jinan û ji bo azadiya gelên bindest li ber xwe daye. Wê bi zanista ‘azadiya jinan azadiya civakê ye’ pênûsa xwe hilgirtiye û li ber xwe daye. Ji ber ku serî netewandiye ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û cezayê îdamê lê hatiye birîn. 

‘Divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê were’

Rejîma Îranê her tim bi polîtîkayên xwe yên yekperest, qirker û bi polîtîkayên dijminatiya jinê dikin, xwestiye her kesên azadîxwaz, têkoşer û civakê çavtirsandî bike. Dixwaza bi cezayê darvekirinê rê li ber ragihandina azad û daxwazên jiyaneke azad û wekhev bigire. Em jî wekî kedkarên çapemeniya azad li dijî biryara darvekirina jina kurd û rojnameger Pexşan Ezîzî nerazîbûna xwe tînin ziman. Em dibêjin divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê were.

‘Dengê xwe bilind bikin’

Divê her kesên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovan e bibin dengê Pexşan Ezîzî. Em bang li hemû kesên azadîxwaz, çapemeniya demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ên navneteweyî û hemû raya giştî dikin ku li dijî vê neheqî û îşkenceya ji aliyê rejîma Îranê ve li Pexşan Ezîzî tê kirin, dengê xwe bilind bikin. Di şexsê Pexşan Ezîzî de êrişek li dijî nasnameya jinan û azadiya jin û civakê heye. Em li dijî vê yekê bang dikin ku her kes dengê xwe bilind bike.”