MKG êrîşa li Şengalê li dijî rojnamegeran şermezar kir

MKG'ê bertek nîşanî êrîşa li Şengalê ya li hemberî rojnamegeran da û got: "Em ê bibin dengê gelê xwe."

Navenda Nûçeyan-Di 8’ê Tîrmeha 2024'an de êriş li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Di vê êrişê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hesen jî di nav de nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

 ‘Emê bibin dengê gelê xwe’

Di daxuyaniyê de hate wiha hat gotin:“Em weke kedkarên çapemeniya azad, rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 8'ê Tîrmeha 2024'an de êriş li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Di vê êrişê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hasan jî di nav de nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Ev êrişa gefxwarineke cidî ya li dijî azadiya çapemeniyê û mafê girtina nûçeyan a gel e. 

 Êrişên bi vî rengî yên li dijî kedkarên çapemeniya azad astengkirina girtina agahiyê ya gel e. Ev êrişana tenê kedkarên çapemeniyê nake hedef di heman demê de jî mafê girtina agahiyan xesp dike. Em ji bo hempîşeyên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em daxwaz dikin ku bersûcên van êrişana li pêş edaletê hesab bidin. 

  Em di serî de bang li Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) û hemû rêxistinên mafê mirovan û rojnamegeran dikin ku xwedî li kedkarên çapemeniya azad derkevin. Em wekî kedkarên çapemeniya azad rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe. "