MKG: Em ê li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng nebin

MKG’ê bertek nîşanî cezayên li kedkarên çapemeniya azad hatine birîn da û got: “Em bi bîr dixin ku em ê di her şert û mercan de çapemeniya azad biparêzin.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bertek nîşanî biryara di çarçoveya lêpirsînekî navenda wê Enqereye de di 29’ê Cotmeha 2022’an nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatibûn binçavkirin, 6 meh girtî man û cezayê girtîgehê li wan hat birîn da. Di daxuyaniya hat dayîn de hat dayîn de hat gotin: “Çapemeniya azad di bin gefan de ye; rojnamegerî ne sûc e.”

‘Sûcdarkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku darizandin û cezakirina rojnamegeriyê, ziyanek mezin dide xebatên çapemeniya azad û demokrasiyê û bal kişand ser sûcdariyên der barê rojnamegeriyê de û wiha hat gotin: “Cezayê 6 sal û 3 meh ku li Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Dîren Yurtsever, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Oznur Deger, Denîz Nazlim û Zemo Aggoz hat birîn divê weke êrişek li dijî çapemeniya azad were nirxandin. Rojnameger ji ber nûçeyên ku çêdikên û peywira pîşeya xwe bi cih tînin tên darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin.” 

 ‘Em hemû rayedar û civakê vedixwînin hestiyariyê’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar wê tenê bandorê li kesên ji vê dozê hatin darizandin neke, wê bandora xwe li hemû xebatkarên çapemeniyê bike û ev tişt hat gotin:

“Ji bo rojnameger karê xwe bi awayekî azad û bê tirs bikin parastina çapemeniya azad jêneger e. Ger ne wiha be wê gihandina agahiyên bêalî û rast a civakê bê astengkirin. Em weke MKG'ê rayedaran û raya giştî vedixwînin hestiyariyê da ku edalet pêk were. Ji bo hempîşeyên me bên berdan û zextên li hemû rojnamegeran bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Rojnamegerî ne sûc e. Ji bo edalet pêk were û demokrasî bê parastin em daxwaz dikin ku sepanên nehiqûqî yên li ser kedkarên çapemeniyê bi dawî bibin. Em ji bo hemû hempîşeyên xwe yên di vê pêvajoyê de bi me re di nava piştevaniyê de bûn û ji bo raya giştî ya piştgirî da spas dikin.”