MKG’ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a Tebaxê eşkere kir

MKG’ê rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir û diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran zêde bûne.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de jinan bal kişandin ser binpêkirina mafên jinên rojnameger û zextên li ser wan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Tebaxa 2024'an a Kurdistan û Tirkiyeyê bi raya giştî re parve dikin. Her wiha em bi vê raporê re zextên li ser çapameniya azad jî radixin ber çavan. Di vê raporê de me bal kişandiye ser gefxwarina li mafê jiyan û ewlehiya jinên rojnameger. Her wiha me cih daye sînorkirina azadiya raman, zextên hiqûqî û rewşa rojnamegerên girtî.

Di meha Tebaxê de bi taybetî êrişên li ser rojnamegerên Kurd derketine pêş. Bi êrişên Tirkiyeyê yên li Silêmaniyê du rojnamegerên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Ji bo rojnameger peywira xwe bi cih neynin hatin astengkirin, êrişa fîzîkî jî li hinekan hat kirin û bi awayekî cidî birîndar bûn.

‘Li Tirkiyeyê zextên li dijî çapemeniya azad zêde dibin’

Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê bi awayekî cidî hatiye sînorkirin. Lêpirsînên der barê jinên rojnameger de, doz û îdianame weke perçeyek ji zextan derdikeve pêşberî me. Di meha Tebaxê de 25 binpêkirinên mafên jinên rojnameger hatine raporkirin. Ev tişt nîşan dide ku zextên sîstematîk ên li dijî çapemeniya azad çawa gihîştine asteke cidî.

Di heman demê de jî platformên dîjîtal jî hatin astengkirin. Di 2'yê Tebaxê de Instagram hat astengkirin û ev astengî di 10'ê Tebaxê de hat rakirin. Her wiha di meha Tebaxê de jî hesabê X'ê yê gelek kesan hat astengkirin. Ev geşedan jî nîşan dide ku di qada dîjîtalê de jî sînorkirina azadiyê mijara gotinê ye.

Ev rapor eşkere dike ku binpêkirina mafên jinên rojnameger ên li Tirkiyeyê çawa zêde bûne û di heman demê de jî gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê radixe ber çavan. Ev rewş di warê azadiya çapemenî û ramanê de tabloyeke bi xof nîşan die.

Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:

1. Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

2. Hatîce Duman – Mudura Karên Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê

3. Ozlem Seyhan – Rojnameger

4. Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê

5. Selamet Turan – Rojnameger

6. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê."