Mizgîn Hesen: Tundiya li Hevrîn Xelef hat kirin

Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin a Sûriye Mizgîn Hesen têkildarî tundiya li ser bedena Sekertera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Hevrîn Xelef hate kirin û pêşveçûnên dosya wê di dadgeha navnetewî de nirxandin kir û got: “Tundiye li Hevrîn hate kirin sûcekî derveyî exlaq û zagonên mirovî bû, qetilkirina wê ya bi israr û zanebûn dikeve bin banê sûcên giran ên navnetewî de. Hemû hêzên di Sûriye de li ser vîna gelên wê destwerdanên siyasî, aborî û her wekî din dikin, ji bo wê em dibînin dozên me dighin cihekî û têne sekinandin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Roja 25’ê Mijdarê di tevahî cîhanê de weke Roja têkoşîna li dijî tundiya ser jin tê pênasekirin, lê heya niha gelek bûyerên tundî û qetilkirinê ser bedena jinan têne kirin.  Qatilên jinan bê hesab dimînin û di kiryarên xwe de dewam dikin. Civaka navnetewî di ber vê tundiya ser jinan tê meşand tu berpirsyartiyê na gire ser milê xwe û bê deng dimîne. Di 12’ê Cotmeha 2019’an de tundiyeke mezin bi bûyereke pilankirî ser bedena Sekertera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hate kirin ku di encamê de jiyana xwe ji dest da.Têkildarî tundiya li ser bedena wê hate kirin, her wiha pêşveçûnên dosya wê di dadgeha navnetewî de Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin a Sûriye Mizgîn Hesen nirxandin kir û ji mere parve kir. 
Mizgîn tundiya ku li ser Siyasetmedara Hevrîn Xelef hate kirin ku di encama wê de jiyana xwe ji dest da nirxand û wiha des bi axaftina xwe kir: “Navenda me di Mijdara sala 2019’an de hatiye avakirin, avakirina wê jî bersivekbû ji hemû bûyerên tundiyê re yên ku li ser giştî jinên Sûriye û taybet jinên Bakur û Rojhilatê hatine meşandin. Di despêkê de me gelek dikomenter komkirin û ji bo rewşa jinên koçber ên ku ser axa xwe hatin derxistin, me xebat da meşandin. Her wiha li ser bûyerên qetilkirin, revandin û hedefgirtina jinan me gelek dosya çêkirin da rewşa ku di van herêman de diqewime ji derve re bê parve kirin. Her wiha rêxistinên jinan ên di herêmê de em esas digirin ji ber ew ji bo me çavkanî ne da ku em hemû sûcên dijî jinan belge bikin. Mijara dosya Sekertera Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê Hevrîn Xelef em hemû baş dizin di 12’ê Cotmeha 2019’an de tundiyeke mezin bi bûyereke pilankirî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve li Hevrîn hate kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Bûyera şehadeta Hevrîn mijareke kûr e, ji ber qetilkirina jineke wiha bi vê rêbazê ku me hemûyan dît tundiyeke pir cuda bû. Ez bi xwe weke şexs yekemîn care ez rastî dosyayeke bi vî rengî têm, ji ber Hevrîn jineke siyasetmedar bû tu eleqedariya wê bi şer tune bû. Hevrîn dema tundî lê dihate kirin xwe dide naskirin ku ew seroka patiyê ye û ne alîgira şeran e, lê guleya çeteyan guh neda vê yekê û bi kîn ew qetilkir. Dibe berî wê jî pilan ser kesayeta Hevrîn hatibû kirin ji ber ew jineke navdar bû di civakê de, lê li ser bedena wê ewqas tundî derveyî hemû rêgez û exlaqê mirovahiyê bû. Li ser bedena Hevrîn Xelef şûnmayên lêdan, birîn û guleyan hebûn bi rengekî mirov matmayî dihîşt. Berî Hevrîn jî li ser bedena şervanên jin tundî hatibû kirin, lê rewşa Hevrîn cuda ye ji ber ew kesayetek sivîl, siyasetmedar û xebatê wê yên leşkerî tune bûn, her wiha bi zagonên navnetewî parastî bû. “
Xebatên ku ji bo dosya Hevrîn Xelef hatine meşandin
Mizgîn bal kişand ser xebatên ku ji bo dosyaye Siyasetmedara jin Hevrîn Xelef hatine meşandin û wiha domand: “Dema me dosya Hevrîn Xelef amade kir despêkê me laşe wê kontrol kir, her wiha cihê bûyerê lêkolîn kir û me şahîd dîtin. Me hemû aliyên bûyerê komkirin, belgekirin û şand saziyên pêwendîdar yên navnetewî û nav de jî me şand dadgiha sûcên giran a navnetewî. Tiştên me xwest em di vê dosyayê de bidin diyarkirin ew e ku sûcekî bi tund li dijî siyasetmedareke jin hatiye kirin. Di madeya 7’an de ji zagonên navnetwî qetila bi israr û zanebûn sûcekî giran e ji ber di naveroka vê madeyê de kesên navdar û siyasetmedar hiqûqên wan parastî ne. Tundiya li Hevrîn Xelef hate kirin û qetilkirina wê dikeve bin banê sûcên giran ên navnetewî de.  Dîsa di vê madeyê de ger mirovekî navdar di nav êrîşeke berfireh de be yanî dema êrîş li ser bajarê Serêkaniyê dihate kirin û Hevrîn di dema wê êrîşê de hate qetilkirin ev jî dikeve di nava sûcên şer de. Ya din jî ger gelek kes di nava wê êrîşê de bin û bêne qetilkirin ev dikeve bin banê sûcê qetilkirina komî ya li dijî mirovan.  Me li ser van mijaran kar kir û bi dadgeha sûcên giran a navnetewî re pêwendî çêkir, piştî 7 mehan bersiv dane me tevî me dizanibû bersiva wan çiye. Ji bo di dadgiha navnetewî de gilî yan doz were vekirin pêwîst e dewleta ku mirov hemwelatiyê wê ye despêkê dozê vekê û têde bibêje li ser axa wê li dijî hemwelatiyê wê ev sûc hatiye kirin. Bersiva derve jî ser vê esasê bû ku dosyaye Hevrîn Xelef wê di erşîfê de be heya dosya pirsgirêka Sûriye bi giştî were nirxandin. Rêbazên dadgehên navnetewî û rêgezên wan cuda ne ji bo wê dozên li hember dewleteke din û kesên teror pêwîst e hemû şertên hundirîn jî gihandibe serî. Bi rastî Ev zagonên navnetewî  dibe pirsgirêk ji gelek dozên şer yên di giştî Sûriyê de. Em ji aliyê xwe de van dosyan bi belgeyan dewlemend dikin û têkoşîna me der barê de dewam dike heya bidestxistina mafê tevahî jinan.”
Mizgîn destweradên siyasî li Sûriyeyê şîrove kir û sedema ne cezakirina aliyên ku dibin alîgirên şeran wiha nirxand: ”Em hemû dizanin rewşa aloziya li Sûriyê pir giran e, gelek aktor hene dilîzin û her yek pelikên wê hene û li hember ên din didin bikaranîn. Hemû hêzên di Sûriye de li ser vîna gelên wê destwerdanên siyasî, aborî û her wekî din dikin, ji bo wê em dibînin dozên me dighin cihekî û têne sekinandin. Sedemên wê jî ev meselên siyasî ne yên bandora wan ser hiqûqê û civakê bi giştî heye. Dewleta tirk endameke nato ye di mijarên siyasî û aborî de gelek pelikên wê li himberî dewletên cîhanê û koalisyona Sûriyê hene, ji bo wê ew jî bi rengekî rast e rast li himberî wê biryarekê nagirin. Berî demekê ji bo doza Hevrîn Xelef wezareta Karê Derve ya Amerîka cezê aborî li qatilê wê Hatim Ebo şeqra birî, lê ya girîng ew e ev cezayê li qatilê jinan hatiye birîn wê çiqas bandora xwe hebe. Em dibînin dîsa ev qatil karê xwe dikin û wê tundiyê li ser jinan û tevahî civakê jî didin meşandin. Wê demek bê kujerên Hevrîn û kesayetên ku tundiyê li hember jinan didin meşandin bêne cezakirin. Helbet dirêjbûna aloziyê û kûrkirina wê di dosya Sûriye bi giştî de bi destê dewletên herêmî weke Tirkiyê, Îran, Îraq û dewletên navnetewî weke dewletên mîna Amerîka û Rûsiya, tên kirin. Ev dewlet hemû bercewendiyên wan ser axa Sûriyê hene.  Berî niha jî bangewazî ji dewleta Sûriyê ji bo dewletên navnetewî hate kirin ku hebûna dewleta tirk ser xaka Sûriyê dagirkeriye, lê heya niha ji bo wê tiştek ne hate kirin û hîn jî dewleta tirk dixwaze parçeyên din ji xaka Sûriyê dagir bike. Heya niha kiryarên dewleta tirk li ser tevahî jinan dewam dikin. “ 
“Em bawerin ku em ê edaleteke mayinde ji bo hemû jinan bînin”
Mizgîn di dawiyê de armancên dijminan li ser axa Sûriyê bilêv kir û wiha bi dawî kir: “Helbet armanca dijminan ên dûr û nêzîk li Sûriye hene. Armancên nêzîk ew in di riya tundiya ser jinan mirovan ser axa wan bidin koçberkirin û li şûna wan malbatên ne xwediyên axê bicih bikin. Armancên wan ên dûr jî ew e civakê ji hevdu belav bikin û bi civakên din bidin helandin ku nikaribe daxwaza mafê xwe yê netewî bikin. Ji bo hemû jinên ku rastî tundiyê tên em di wê baweriyê dene em ê rojekê edaleteke mayinde ji bo wan bi xwe re bînin. Dibe niha rewşa siyasî û hiqûqî ne alîkar be, lê heya dawiyê em ê di têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berdewam bin. Weke navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin di hemû qadên jiyanê de em piştgirtiya jinan dikin.”