“Mirovahî dê zilma li girtîgehan tê jiyîn qebûl neke”

Jinên ku li hemberî girtîmayîna Aysel Tugluk û girtiyên nexweş ên giran ku bi hincetên cuda nayên berdan bertek nîşan dan, banga edaletê dûbare kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Elîh - Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê, ji ber şewba koronayê nikarin bigihîjin mafê tenduristiyê. Girtiyên nexweş ên ku zexta dibînin, cot kelepçe û lêgerînên hundirê dev qebûl nakin, naçin nexweşxaneyê, hin girtiyên nexweş jî nayên dermankirin. Reya giştî di pêvajoya tê jiyîn de mînaka herî zelal Aysel Tugluk û Mehmet Emîn Ozkanê dibîne, girtiyên nexweş ên giran tevî bertekan jî, bi hincet nîşandan raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan.

Jinên ku bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên girtiyên nexweş dan, bal kişandin ku li welata Kurd bûyîn sûc tê hesibandin hemû kesên rastiyan bibêjîn tê girtin. Jinên ku ji 4’emîn Konferansa Jinan a ji aliyê TJA'yê ve hat lidarxistin amade bûn, ji ajansa me re nirxandin kirin, bang kirin ku ji bo girtiyên nexweş xebateke hîn xurtir bê meşandin.

"Ev ne êrîşa yekem êrişê ku li dijî Aysel Tugluk tê pêkanîn"

Bedriye Yorgun a bi dayîna mînaka Aysel Tugluk bal kişand ser zehmetiyên girtiyên nexweş ên giran dijî, diyar kir ku Aysel Tugluk jina Kurd a Elewî ye ku ji bo edalet û azadiyê têdikoşe. Bedrîye Yorgun, bal kişand ku zilma li dijî Aysel Tugluk îro dest pê nekiriye û wiha got:

“Dibe ku were bîra we, dema dayika me Aysel Tûglûk Hatûn jiyana xwe ji dest da, wê demê li Enqereyê rastî êrîşa çeteyên faşîst hatibû. Ew êrîş ne êrîşeke ji rezê bû. Dibe ku em bi vî awayî lê binêrin, êrîşa wê rojê rastî êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê bû. Êdî êrişê ku pîvana xwe winda kiriye bû. Dibe ku pêvajoya nexweşiya Aysel Tugluk a demansê aniye ji wê rojê dest pê kir. Ayselê van bûyeran layîqê mirovahiyê nekir. Ne mimkûn e ku mirovahî tehemûla van bûyeran bike. Dibe ku Aysel Tugluk xwest vê êş ê ji bîr bike.”

“Mirovahî dê vê zilmê qebûl neke”

Bedriye Yorgun a balkişand bi raporên ATK'ê girtiyên nexweş nayên berdan û da zanîn hemû kes dizane ku ATK’ê siyasîbûye. Bedriye Yorgun di berdewama axaftina xwe de balkişand li ser van tiştan:

“Di rastiyê de nêzîkatiya Saziya Tiba Edlî di rewşa ku li ser nirxên exlaqî nêzîkbûn û nirxandina tenduristiyê de ye. Em ne li bendê ne saziyek ku siyasîbûye li gorî rêgezên exlaqî tibî nirxandinek bi tendurist bike. Îro jî, ez dixwazim diyar bikim ku divê ATK’ê bixwe ji muayeneyek tibî derbas bibe. Di şexsê Aysel Tugluk de ji hemû girtiyên nexweş re ew rewa tê dîtin. Ez bawer dikim ku mirovahî wê vê zilmê qebûl neke. Û ez di wê baweriyê de me ku ew ê têkoşîna vê yekê bidin û hewil bidin kesên ku vê pêkanînê pêk tînin demildest ji cihê ku lê ne bên derxistin.”

"Aysel Tugluk ji ber ku hatiye hilbijartin û jin e bi van kiryaran re rû bi rû dimîne"

Çalakvana TJA'yê Şukran Şen a diyar kir divê hemû çalakî û bangawaziyên ji bo girtiyên nexweş tên kirin hîn xurtir bên kirin û wiha axivî: “ Bi taybetî sedema vê Kurd bûne. Ji bilî vê bijartî û jin bûne. Em weke jin qebûl nakin îradeya ku me hilbijartiyê bi mudaxaleyek bi vî rengî were darizandin. Em wek jin ji bo girtiyên me yên siyasî jî edaleta pêwist bê nîşandan çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo girtiyên nexweş çi tedawî pêwîst be, bila bê kirin. Nayê qebûlkirin ku mirov ji mafê xwe yên tenduristiyê bêpar bên hiştin. Bi kurtîsa em dixwazin edalet çi be, edaleta rastî çi be, bila pêk were. Bi taybetî polîtîkayek ku girtiyên Kurd ber bi mirinê ve dibe, tê meşandin. Divê em hinekî din dengê xwe ji polîtîkaya tê meşandin re derxin. Ji bo girtiyên nexweş di wateya pratîkê de çi pêwîst be divê ev têkoşîn bê meşandin.

“Mirovên me bi awayekî keyfî tên girtin”

Dayika Aştiyê Zekiya Kaya jî der barê mijarê de wiha axivî:

“Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bila êdî gel rabe li ser piyan, ji bo girtiyên nexweş gavek bê avêtin. Bila girtî bên dermankirin, niha bi sedan jinên me yên b.rêxistinkirî di girtîgehan de dîl tên girtin. Tu sûcdarkirin jî nîne, bi awayekî keyfî girtin. Em jî wek dayik bang dikin ku ji bo aştî, yekîtî û edaletê gavan bên avêtin. Her roj li kolanan jin tên qetilkirin. Li Îranê jineke ciwan a 25 salî hat qetilkirin û em vê ferasetê jî şermezar dikin.” 

“Em bi girtinan, xîlas nabîn”

Herî dawî Elîf Demîr jî anî ziman ku dewlet hemû kesên Kurd sûcdar dibîne û digre girtîgehan. Elîf Demîr balkişand ku bi hezaran kes bêguneh di girtîgehan de dîl tên girtin û bi van gotinan bertek nîşanî tên jiyîn da: “Wek Aysel Tugluk gelek mirovên di girtîgehan de ne. Ev zilmek e, tu jin vê yekê heq nake. Gelo Kurdbûn, siyasetmedarbûn sûc e? Gelek ciwan û nexweşên me yên girtî hene. Ma jiyan kirina wek mirovan ji me ra heram e, Kurd bûyin wek sûc tê dîtin. Cenazeyên ciwan û mirovên me ji girtîgehan derdikevin, ev yek dij mirovahiyê ye. Gela ew kes çi sûc kirine ku di girtîgehan de dirizin. Ev mirovan ji bo rastiyê vegotin, di girtîgehan de tên ragirtin. Bi dîl girtina girtîgehê re dixwazin gel bitirsînin û bêdeng bikin. Lê em bi girtinan, xîlas nabin. Li Kurdan ewqas zext tê kirin ku gundên me tên şewitandin û daristanên me tên birîn. Em hemû axa li vir in. Ev der ne cihê wan e. Aysel Tugluk girtiyek nexweşek giran e, li cîhanê mînakeke din a vê yekê nîne. Jin bi mirinê re têdikoşe. Bi hezaran kesên wek wê hene. Bila ew ji vê yekê şerm bikin.”