Mirina sivîlan ji ber şer ji sedî 72 zêde bûye

Li gorî rapora NY; li tevahî cîhanê mirina sivîlan ji ber şer di sala 2023’an de li gorî salên berê ji sedî 72 zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Di rûniştina sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres a di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de der barê rapora parastina sivîlan di şer de agahî da endaman. Agahî ji aliyê alîkarê Koordînatorê Alîkariya Lezgîn û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Joyce Msuya ve hat dayîn û bi bîr xist ku li ser xistina rojevê ya paratina siviîan di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de 25 sal derbas bûne, di heman demê de der barê parastina sivîlan di şer de salvegera 75’emîn a peymana Cenevreyê ye.

‘Di asta ku heta niha nehatiye dîtin de mirin hilweşîn çêbûn’

Joyce Msuya da zanîn ku sala 2023’an di aliyê parastina sivîlan di şer de salek xirab bû û diyarkir ku bi êrişa Hamas ya di 7’ê cotmehê de di encama êrişên Îsrail de mirin, hileweşîn û êşên ku berê nehatin dîtin derketiye holê û wiha got: “Gelê Xeza ji sedan 75’ê wê bi zorê ji cihê xwebûne.” Joyce Msuya îşaret bi wê yekê kir ku xelayek ku bi destê mirovan hatiye avakirin li ber deriye. Joyce Msuya da zanîn ku li Xeza bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin û ‘şerê li dijî zarokan’ derketiye holê.  

‘Mirina sivîlan di şer de ji sedî 72 zêde bûye’

Joyce Msuya bi bîrxist ku li Sudanê di sala 2023’an de şerek ecêb derket holê û da zanîn ku bi hezaran sivîl hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne. Joyce Msuya îşaret bi bandora şerê li Komara Demoqratîk ya Kongo, Muanmar, Nîjerya, Sahel, Somalî, Sûriye û Ukranya berdewam dike li ser sîvan kir û got: “NY sala bûrî mirina 33 hezar sivîl qeyd kir. Em difikirin ku hejmarên rast dê zêdetir bin. Ev li gora sala borî ji sedî 72 zêde bûye.” 

‘Çekên diteqin li ser sivîlan bandora felaketê çêdikin’

Joyce Msuya amaje bi wê yekê kir ku bi karanîna çekên di teqe li ser sivîlan bandorek felaket dike. Sedemên bingehîn ên mirinên sivîlan li Sudan û Ukranya bikaranîna çekên mijara gotinê ne û wiha got: “Ger hemû şer were destgirtin, li herêmên ku şêniyên wan zêde ne dema çekên diteqin tên bikaranîn dibe sedema ji sedî 90 mirina ji sivîlan.”

‘Di nîvê sala 2023’an de 110 milyon kes ji cihên xwe bûn’

Joyce Msuya bal kişand ku di şer de bi zorê mirov ji cihê xwe bûne û da zanîn ku li di nîvê 2023’an de 110 milyon kes ji ber şer, zext, tundî û binpêkirinên mafê mirovan ji cihên xwebûne. Şer rê li ber birçîbûnê diveke. Li 19 herêmên şer de 117 milyon kes di asta krîzê de bi bê ewlehiya xwarinê re têdikoşin.

 ‘Hiqûqa mirovî ya navneteweyî nayê pêkanîn’

Joyce Msuya da zanîn ku di sala 2023’an de ziyana ku sivîl rastî hatine di asta alarm dayînê deye û Hiqûqa mirovî ya navnetewî û hiqûqa mafê mirovan ya navnetewî nayê pêkanîn. Joyce Msuya destnîşan kir ku di heman demê de Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî di asta parastian sivîlan de biryara ku ev 25 sale erê kiriye nîşaneya ku nayê pêkanîne û wiha got: “Di şerde ji bo berpirsyar erkê xwe bi cih bînin divê em hewldanên xwe dû qat bikin.” Joyce Msuya îşaret bi giringiya cezakirina sucan kir û got: “Divê çarçoveyê de divê em serxwebûna Dadgeha Cezayê Navnetewî û bê alîbûnê bi parêzin.”

‘Komkujî di şevek de pêk nayê’

Şêwirmenda Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Pêşîlêgirtina Jenosîdê Alice Wairimu Nderitu di civîna Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin de diyar kir ku divê sîvîl di nav şer de were parastin û di tevahî axaftina xwe de balkişand ser rewşa li Sûdanê û wiha pê de çû: “Komkujî di şevek de pêk nayê. Komkujî perçeyek pêvajoyê ye ku bi plan tê kirin.” Alice Wairimu Nderitu di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji pevçûnên Nîsana 2023’an heta niha li dijî sîvîlan beyî ku cudabûn were kirin êrişek sîstematîk berdewam dike û diyar kir ku li dijî sivîlan sucên gelek cidî tê pêkanîn.

‘Li Sûdanê sivîl ji ber rengê cerm û qewmê xwe tên qetilkirin’

Alice Wairimu Nderitu got ku li Sûdanê sîvîl nayê parastin û li Darfur ve El Faşer sîvîl ji ber rengê cerm û qewmê xwe tên qetilkirin her wiha bi taybet bal kişand ser tiştên ku li Darfur qewimîn û got ku "niyeta tunekirinê" heye û êrişên etnîkî berdewam dikin. Alice Wairimu Nderitu destnşan kir ku li Sûdanê gorên komî û ji cîhê xwe bûyîn ku heta niha nehatiye dîtin pêk tê û got ku divê kiryar bên cezakirin.

‘Metirsiya komkujiyê mezin dibe’

Alice Wairimu Nderitu diyar kir ku her çend 75 sal di ser erêkirina Peymana Cenevreyê re derbas bûye, lê rewşa Sûdanê di hişmendiya me de karesatek e û destnîşan kir ku erkên navneteweyî hatine binpêkirin. Alice Wairimu Nderitu diyar kir ku ji bo sîvîl bên parastin divê zêde wext neyê windakirin û wiha li ser zêde kir: “Li Sûdanê metirsiya komkujiyek mezin heye û ev metirsî her ku diçe zêde dibe.”