Mirina bi guman a Emel Hacioglu di rojeva Meclîsê de ye
Mirina bi awayekî guman a Emel Hacioglu ya li Girtîgeha Jinan a Amedê, di rojeva Meclîsê de ye.
Enqere- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, der barê Emel Hacioglu ya li Girtîgeha Jinan a Amedê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, pêşnûnameya pirsê pêşkeşî meclîsê kir.
Di pêşnûnameya pirsê ku bi daxwaza bersivdayîna Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag hat dayîn de, hat destnîşankirin ku li girtîgehan zext, binpêkirina mafan, muameleya xerab û mirin zêde bûne û wiha hat gotin: “Di 10 mehên dawî de li girtîgehan 6 girtiyan bi hinceta ku întîxar kirine yan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane, di raya giştî de hat xuya kirin. Herî dawî li Girtîgeha Jinan a Amedê nexweşa astimê Emel Hacioglu bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Mirinên li girtîgehan tên jiyîn û bêparkirina girtiyan ya ji mafê dermankirinê nîşan dide ku tedbîrên pêwîst nayê girtin û pêkanînên dijhiqûqî tên pêkanîn.
Di pêşnûmeyê de hat xwestin ev pirs bên bersivandin:
“*Sedema mirina Emel Hacioglu çi ye? Raporên nexweşxaneyê dê bi raya giştî re werin parve kirin an ne? Kê berpirsê mirina Emel Hacioglu ye?
*Dê der barê mirina Emel Hacioglu de lêpirsîn bê destpêkirin ? Dê der barê rayedarên ku pêkanînên kêm an jî dijhiqûqî pêkanîn de lêpirsîn bê destpêkirin?
*Emel Hacioglu ya nexweşa astimê, di pêvajoya girtîgehê ma de ji mafê dermankirinê sûd wergirt? Der barê astengkirina mafê dermankirinê de giliyên ku gihiştinê Wezareta we hene?
*Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Amedê tê jiyîn, ji aliyê Wezareta we ve tên çavdêrî kirin an ne?
*Ma mafê jiyanê ya girtiyan ne di bin berpirsyariya Wezareta we de ye?
*Di 5 salên dawî de hejmara girtiyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane çend e? Çend edlî û çend girtiyên siyasî ne?
*Der barê çend personelên ji mirinên li girtîgehan tên jiyîn de berpirsyariya wan heye de lêpirsîn hat vekirin? Çend kes hatine cezakirin?
*Mafê jiyanê û tenduristiyê ya girtiyan ji aliyê Wezareta we tê çavdêr kirin an ne?