Mîna Xajû Qomî ya ku li Îranê ji ber ola wê girtibûn hat berdan

Mîna Xajû Qomî, Xiristiyanek ku ola xwe guhertiye, piştî derxistina belavoka "efûyê" ji Girtîgeha Evînê hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Mîna Xajû Qomî di 1’ê Tîrmeha 2020’an de, piştî girtinên berfireh ên li Tehranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin. Piştî ku 9 roj di Girtîgeha Evînê de ma, di 19’ê Tîrmehê de bi kefaleta 500 milyon Tumen, heta ku darizandin biqede demkî hat berdan.

Rûniştina dadgehê ji bo guhdarîkirina tohmetên wê û çend welatiyên din ên Xirîstiyan, di 26’ê Hezîrana 2022’yan de, li Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hatibû lidarxistin. Di Hezîrana 2022’yan de, ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi serokatiya Dadwer Îman Afşarî, bi tohmetên wekî "li dijî ewlehiya neteweyî tevgeriyaye û Xirîstiyaniya evanjelîk belav kiriye" û "avakirina dêrek malê" bi tevahî 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 8‘ê Çileya 2023’yan de, piştî ku li Dozgeriya Evînê xuya bû, hat girtin û ji bo ku cezayê xwe bikşîne, wê şandin beşa jinan a Girtîgeha Evînê.