Mîhrîcana Alawdah belge fîlmên serkeftî eşkere dike
Duyemîn Mîhrîcana Alawdah a navdewletî ji bo fîlman fikrên afrîner ên di warê belgefîlman de ji bo xurtkirina berxwedana gelê Filîstînê nîşan da.
NAGHAM KARAJEH
Xeza- Duyemîn Mîhrîcana Alawdah a navdewletî bi dirûşma “Xelata çavê rastiyê, şehîd Şêrîn Ebû Akleh” ji bo rêzgirtina wê hat destpêkirin. Şehîd Şêrîn Ebû Akleh ronahî û qehremaniyê dide şerê Seyf El-Quds. Mîhrîcan hewil dide ku sekna gelê Fîlîstînê ya bi hêz nîşan bide.
“Amadekariya mîhrîcanê 5 mehan dewam kir”
Di çarçoveya mîhrîcana ku duh destpêkiriyê de Seroka Mîhrîcana Alawdah a navdewletî, Omaya Cûha wiha got: “Amadekariyên mîhrîcanê 5 meh ajot ku me xebatek timî û bêwestan meşand. Me hewil da ku çîroka şerê Seyf El-Quds bi riya belgefîlman nîşanî gelê xwe bikin da ku dîmen û rewşên çêbûye di hişê civakê de bimîne. Komîteya amadekar a Mîhrîcana Alawdah bi dehan fîlîm wergitin da ku kesên ku fîlmên xwe nîşan dane wan xelat bikin.”
“BelgeFîlma “Banga Armancan” bu duyem”
Yek ji kesên ku di Mîhrîcana Alawdah de bi serket Şorûk El-Aila ye ku di derbarê fîlma xwe de wiha got: “Belge Fîlma bi navê “Banga Armancan” di beşa belgefîlmên navîn de û di pileya duyemîn de biserket. Filîm behsa rasteqîna dagirkeriya di şerê Seyf El-Quds de nîşan dide. Banka mirovên sivîl ên aştiyane, zarok û jinan hedef dikir. Derhêneriya fîlmê du mehan dewam kir ku heta wêneyekî wiha xweş derket holê.”
“Belgefîlma wê li ser rojnamegeriyê bû”
Yek ji fîlîma wê di Mîhrîcana Alawdah de bi pileya yekem bi ser kett Dîma Aîdê ye ku nêrîna xwe wiha parvekir: “Fîlma “Di çavê bahozê de” pileya yekem bi ser ket. Ev yek destkeftiyek mezin bû, ji ber ku naveroka fîlmê behsa rojnamevanan dike. Ruxmê dagirkeriyê, lê rojnamevan bê westandin û kedeke mezin xebatên xwe meşandin.”