Miftiyê kiryarê êrîşa zayendî beraet kir

Ji bo Halîl Bîlîk ê li Rihayê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokekê dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.

Navenda Nûçeyan – Danişîna biryara doza Halîl Bîlîk ê dema li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê miftîtî dikir ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokeke 12 salî dihat darizandin,hate dîtin.
Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Halîl Bîlîk, tev li danişînê nebû. Parêzerên bersûc û endamên Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşameviyê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di danişînê de amade bûn. Dozgerî bi sedema “îstîsmara zayendî” xwest ceza li Halîl Bîlîk were birîn. Parêzerê malbata zarok jî xwest kiryar bi cezayê herî giran were cezakirin.

Di danişînê de parêzerê kiryar parastinên ku kiryar were beraet bike kir û anî ziman ku îmaja kiryar tê xirabkirin. Piştî beyanên di danişînê de dadgehê biryar aşkere kir û derbarê kiryar Halîl Bîlîk de biryara beraetê da.