Mexmûriyan bi meşekê girseyî piştgirî dan meşa Gemlikê

Gelê Mexmûrê ji bo piştgirîdayina meşa Gemlikê ya bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li darxistin. Dayikên beşdarî meşê bûn dan diyarkirin heta Rêberê xwe azad nekin ew ê li ser lingan bin.

Mexmûr- Li Bakûrê Kurdistanê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med'ê (MED TUHAD-FED), bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan dê sibe “Meşa Gemlîkê” li dar bixin.  Bi armanca piştgirî dayîna meşa Gemlîkê duho Mexmûrî meşek girseyî li darxistin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heta ber deriyê nûnertiya Netewên Yekbuyî berdewam kir û li wêderê daxuyanî hate dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîla Tok ve hat dayîn.

“Weke gelê Mexmûrê dilê me li Îmraliyê ye”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok destpêkê meşa Gemlikê  silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Em weke gelê wargeha penaberan a Mexmûrê meşa Gemlikê ya ber bi gireva Îmralê ve wê biçe silav dikin. Meşa Gemlikê ji bo azadiya Fizîkî ya Rêber Apo ye, armanca vê meşê gelek hêja û xwedî rûmetek mezin e. Li ser dil û mejiyê mirovatiyê tecrîtek girankirî û dorpçek dermirovî heye. Ji ber wê em weke gelê Mexmûrê bi dil û mejiyê xwe vê dorpêça qirêj a li ser mirovatiyê rabikin. Îro berxwedana Rêber Apo û hemû girtiyan berxwedana hêjayî hemû cîhanê ye kû mirov pesnê berxwedana Rêber Apo bide.”

“Tu hêviyên me ji hêzên komploger nîne, hêviyên me ji gelê demokrat heye”

Fadîle Tok bal kişand li ser polîtîkayên dewleta tirk a li ser gelê kurd dimeşîne û wiha berdewam kir: “Her çendî ku dewleta faşît a tirk dixwaze gelê Kurd bi zindanan tecrîd bike. Bila dijmin baş bizane Erdoxanê ku îro zarokên gelê Kurd qetil dike û berê xwe dide bajarên kurdan ev dû rûtiyek nayê qebûlkirin e. Tu hêviyên me ji hêzên komploger nîne, hêviyên me ji gelê demokrat heye. Em bang li her kesê dikin ku yê ku xwedî wijdan bila tevlî meşa Gemlikê bibin û em ê bi yekdengiya xwe bikarin Rêberê xwe û gelê xwe azad bikin.”

“Ger em Kurd destê hevdû negrin, kes pişta me nagre”

Dayika Wesîle Çelebi ya beşdarî meşê bûbû di destpêka axaftina xwe de tecrida li ser Rêberê gelê Kurd şermezar kir û wiha got: “Bila dijminê gelê Kurd baş bizanibe em Kurd tu caran xilas nabin û dest ji doza xwe bernadin. Emê heya dawiyê li pêy Serokê xwe û gerilayên xwe bin heya dilopek xwîna me heye emê mil bi milê wan bin, em wek dayik bang li hemu Kurdan dikin ku bên ser riya rast û li hemberî tecrîd û dagirkeriyê rabin. Weke dayikên şehidan em ê her tim li pêy fikir û felsefeya Rêber Apo bin.”

Dayê Zemê Denîz a yek ji beşdarvana meşa piştgiriyê ya ji bo meşa Gemlîkê: “Di destpêkê de em piştgiriya meşa Gemlikê dikin, heta dawiyê em ê li pişt Rêberê xwe bin. Ji ber em gelê Kurd bi tenê ne, hemû dewlet li beramberî Kurdan bûne yek. Ger em Kurd destê hevdû negrin, kes pişta me nagre. Sibe li Kurdsitanê meşa ji bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye divê hemû Kurd beşdarî vê meşê bibin da ku em bikarîn Rêberê xwe azad bikin.  Heta ku em xeberekê ji serokatiya xwe negrin emê li ser lingan bin.”