Mexmûrî: Aştiyek mayînde bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaz e

Bi pêşengiya Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de hat diyarkirin ku aştiyek mayînde tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.

Mexmûr – Bi pêşengiya Meclîsa Îştar li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanî meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê parka Şehîd Aryen Cudî. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘1’ê Îlonê li Rêber pîroz be’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin gotin. Piştî meş gihişt parqê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên riya azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo 1’ê Îlonê ji aliyê Çîdem Uren ve hat xwendin. Piştre li ser navê Meclîsa Îştar Diljîn Kara daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Hemû gel û netew îro bi gotina ji şer re na ji aştiyê re erê dibe yek deng û bilind dibe. Ruxmê ku salane li ser vê bûyerê re derbasbûye jî hîn li Cîhanê em dikarin bêjin şer, dagirkerî, qirkirin û tundî berdewam dike. Gelên Rojhilata Navîn jî bi salane dinava şer û dagirkeriyê de dijîn. Yên ku ji van şeran herî zêde par girtine, berdêlên herî giran dane û ji pêşerojê bê par mane jin û zarokin. Her wiha xweza dibin dest û lingê şeran de di qîre û tûne dibe. Şer ne tenê di enî de tê meşandin, bi asîmîlasyonên çandî, qirkirina ekolojiyê û bi hilweşandina civakê tê meşandin.”
‘Aştiyek mayînde bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaze’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevayî gelên Cîhanê modela jiyanî ye û ev tişt hat gotin: “Ev 50’î sal e Rêber Apo ji bo aştiyek mayînde têkoşînek bê hempa dimeşîne, herî dawî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat kirin. Bi vê bangê Rêber Apo xwest şer û kaosa ji aliyê deshilatdariyê ve tê meşandin bi dawî bike. Li hemberî sîstema xwînmij ya heyî alternatîfa jiyana demokratîk avakir. Em wek jin, ciwan û gelê Kurd, li pêvajoya banga Rêber Apo xwedî derbikevîn, jiyanî bikin û destê wî xurt bikin, jiber ku aştiyek mayînde bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaze.”

‘Parastina aştiyê parastina jiyanê ye’

Daxuyanî bi van gotinan dawî bû: “Parastina aştiyê parastina jiyanê ye, mezinkirina aştiyê mîsogerkirina çanda demokratîke. Divê roja aştiya cîhanî de, em bang li tevahî jinên cîhanê û mirovahiyê dikin, werin em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin, polîtîkayên şer vala derbixin û yekitiya demokratîk avabikin. Ji ber ku em dizanin aştî ji jinê despêdike, bi xwezayê re bi hêz dibe û bi azadiya gelan re mayînde dibe. Îro em weke jin, ciwan û gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî, bang dikin ji şer re na, ji dagirkeriyê re na, ji qirkirina jin û civakê re na, dibêjin bijî xwişk û biratiya gelan, bijî civaka demokratîk.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.