Metro Center rapora xwe ya salê ya binpêkirinên mafê rojnamevanan eşkere kir

Metro Center a Parastina Mafên Rojnamevanan li Silêmaniyê dixebite rapora xwe ya salê ya binpêkirinên mafê rojnamevanan aşkera kir.

 
Silêmanî- Metro Center a ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan li Silêmaniyê xebatê dide meşandin rapora xwe ya sala 2021’an a binpêkirinên mafê rojnamevanan bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di daxuyaniya li Otela Ramadî hat dayîn de gelek endam û rêveberên sazî û dezgehên çapemeniyê yên li Silêmaniyê û derdora wê beşdarbûn. Rapora xebatên saziyê ji aliyê rêveberê Metro Center Diyar Mihemed ve hat xwendin û bal kişand ser bêmafiya li rojnamegerên li Îraq û Herêma Başûrê Kurdistanê tên kirin û xwest rojnamevanên girtî serbest bên berdan.
Di sala 2021’an de li hemberî 260 rojnamegeran 353 binpêkirin
Ji rêveberên Metro Center Evîn Faris jî binpêkirinên sala 2021’an a li hemberî rojnamegeran aşkere kir û got: “Li gorî daneyan 353 binpêkirin li hemberî 260 rojnameger û dezgahên ragihandinê hatine tomarkirin û çar rojnameger ji derveyî zagona rojnamegeran hatine girtin. 25 biryara dedgehê hatiye desteserkirin, 189 caran rêgirî li xebatên rojnamegeran hatiye kirin û nehêlane nûçeyan bişopînin, 7 car amûrên rojnamegeran hatiye şikandin, 81 car êriş û lêdan li hemberî rojnamegeran pêk hatiye, 13 caran gef li wan hatiye xwendin, 6 nivîsên peymanan, 2 serdegirtin û daxistina qenalan û gule barandina li ser rojnamegeran.”  
Evîn Faris derbarê tacîz û êrişên ku li hemberî rojnamegerên jin tê kirin jî got: “Her tim jin rastî êriş û tacîzan tên lê belê niha rojnameger dizanin aliyek heye ku girîngî dide vê pirsê, ji ber vê li hemberî van êriş û tacîzan bêdeng namînin. Me îsal hewl da zêdetir di çarçoveya tûndûtûjiyê de behsa cûreyên êriş û tacîzan bikin û li riyên çareseriyê bigerin. Beşek zêde ji êriş û tacîzan di nava damezrandinê de ne, ew jî rewşek metirsîdar e. Beşek ji van êriş û tacîzan dibe sedem ku ew jinên rojnameger dest ji karê xwe berdin.”
Li herêma Kurdistanê Rojnamegerên jin rastî êrişan tên
Xwendekara doktorayê Hejan Xalid jî du rapirsînên derbarê tacîzên elektronîk ên li hemberî rojnamegerên jin tên pêkanîn aşkere kir û got: “Êriş û tacîzên li hemberî rojnamegerên jin ên li herêma Kurdistanê bûye rewşeke rûtîn. Jin ji aliyê hevpîşeyên xwe ve li dezgehên din an jî di nava dezgehên xwe de li cihên giştî rastî tecîzan tên, beşek ji wan bi devkî beşek jî bi rêya medya mecazî ye. Ev cihê pirsê ye ku heya niha çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê ne hatiye dîtin.”
Besoz Tofîq a zêdeyî 20 salan e karê rojnamegeriyê dike jî bilêv kir ku her tim êriş li hemberî jinan tê kirin û bi vê yekê xwe bi hêz nîşan didin û destnîşan kir ku ev êriş nikare pêşî li karê wan bigre.  
Piştre daneyên 10 salên borî yên binpêkirinên mafê rojnamegeran hatin aşkerekirin wiha ne: “Di nava 10 salên borî de 3 rojnameger rastî êrîşan hatine, 7 rojnameger di êrişên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, 41 rojnameger bi gule û bombeyan birîndar bûne, 35 hatine girtin, li hemberî 537 rojnamevanan lêdan û gef pêk hatiye, 100 rojnamevan ji derveyî zagona rojnamevanî hatine girtin,  1113 car rêgirî û cudahî li beramber rojnamevanan hatiye kirin, 219 buyerên şikandina kel û pelê rojnamevanan pêk hatiye, 3 car seyareyên wan hatine şewitandin, 40 buyerên teqekirin li rojnamevanan û serdegirtina malan, 16  car êriş li ser wan hatiye pêkanîn, 10 car nivîsina hevpêyman, 12 ragirtina weşanan, 8 taciz, 3 rêgirtina derketina derveyî welat pêk hatiye.”