Meşa Jinên Cîhanê a Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn ji bo Werîşe Mûradî daxuyanî da

Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekê cezayê îdamê yê li Werîşe Mûradî hatiye dayîn şermezar kir û bang li rêxistinên ku jinan kir ku ji bo betalkirina cezayên darvekirinê bikevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan – Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bi daxuyaniyekê cezayê îdamê yê ji aliyê dewleta Îranê ve di 10’ê Mijdarê de li Werîşa Mûradî hatibû birîn, şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê serdema dîrokî ya ku li Kurdistan û Îranê şoreşa 'Jin jiyan azadî' derketiye holê, em careke din diyar dikin ku em ê ji piştgiriya xwe ya ji bo jinên li her derê li ber xwe didin venegerin."

Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:

“Li gelek welatên cîhanê jin bi tundiya rêxistinkirî re rû bi rû dimînin ku bi awayekî sîstematîk ji aliyê rejîmên mêtinger ve tên meşandin û dixwazin hêza xwe bi qutkirina dengên azad û şikandina vîna gelan xurt bikin. Li van welatan şîdeta li ser jinan ne tenê amûreke zextê ye; siyaseta tirsandinê ye ku bi armanca tepeserkirina daxwazên azadî û edaletê û şikandina vîna gelên ku dixwazin biguherin e.

Meşa Jinan a Cîhanî ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bi tundî cezayê darvekirinê li çalakvana Kurd Werîşe Mûradî şermezar dike ku ji dema girtina wê ji aliyê rejîma Îranê ve rastî şêweyên îşkenceya derûnî û fizîkî hatiye. Rewşa Werîşe ne pirsgirêkeke takekesî ye, ew beşek ji kampanyayeke sîstematîk e ku jinên li dijî rejîmên zordest li ber xwe didin, jenosîdeke ku jinên çalakvanên edalet û wekhevîyê ji xwe re dike armanc.

Em bi bîr bixin ku Werîşa Mûradî çalakvaneke wêrek e, berevanî ji mafên jinan re kiriye  rejîma zordar a Îslamî ya Îranê wê metirsî dîtiye.

Rejîma Îranê ji binpêkirinên berdewam ên mafên mirovan berpirsyar e

Zêdebûna çewisandinê li Îran û Kurdistanê hewldaneke bêhêvî ye ji bo bêdengkirina dengê jinan û şikandina vîna azad a têkoşîna azadî û rûmetê. Bi dozên Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhemedî û jinên din ên leheng peyama tirsandinê ji her jina ku li dijî zilmê disekine û li azadiyê digere tê dayîn.

Weke Meşa Jinên Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn, em rejîma Îranê ji binpêkirinên mafên mirovan berpirsyar dibînin. Em daxwaza xwe ya rewa ya betalkirina van cezayên darvekirinê yên li dijî çalakgerên girtî û rawestandina tundiya sîstematîk a li ser wan dubare dikin û em bang li rêxistinên ku piştgiriyê didin maf û azadiyan li cîhanê dikin ku bikevin nava tevgerê.

‘Jin li dijî bêedaletiyê bi cesaret têdikoşin’

Rola jinan a di cîhanê de, bi taybetî li Îran û Kurdistanê, ji bo rizgariya ji rejîma zextê û di têkoşîna mirovahiyê de esas e. Li dijî bêedaletiyê têdikoşîna bi cesaret û li dijî qutkirina dengê wan û hewldanên tunekirina îradeya wan derdikevin.

Em careke din diyar dikin ku li Kurdistan û Îranê şahidiya vê kêliya dîrokî ya bi derketina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, em ê piştevaniya bi jinên li her derê têdikoşin re bidomînin. Em destûr nadin tu rejîma zextê, dengê jinan qut bike û ruhê wan biperçiqîne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan û jiyana azad û bi rûmet berdewam bikin û heta edalet bi cih were, zext li ser jinan rabin em ê nesekinin.

‘Em ê têkoşînê berdewam bikin’

Di vê wateyê de, em bi tundiya ku jinên li herêmên dagirkirî û şer ên li Bakurê Efrîha û Rojhilata Navîn rast tên bi fikar in û em vê şermezar dikin. Li van herêman jinên bêguneh û zarok di bin zext û hilweşînan de bedelên gelek giran didin. Li cihên weke Filistîn, Yemen, Sûdan, Lubnan, Lîbya û Efganistanê de binpêkirinên herî mezin li hemberî jinan tên kirin û bi rêbazên zextê û barbar jiyana jinan û mafê wan, binpêkirina îradeya wan, azadî û hesreta wan a jiyana bi rûmet bişkînin, dikin hedef.   

Em weke Meşa Jinên Cîhanê ya Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn, van polîtîkayên bi jiyana jin û zarokan dilizîn, wan qurbanî şer û pevçûnan dikin şermezar dikin. Em ê ji bo rawestandina van sûcan û parastina mafên jinan û li dijî hemû kesên ku hewl didin dengê jinên azad qut bikin têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û jinan dikin ku zextê li Îranê bikin ku demildest serbest bên berdan û dawî li zextên li ser wan bê anîn.

Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna jinan bingeha guhertinên radîkal e û azadiya jinan mifteya avakirina civakên azad û dadmend e ku tê de mafên mirovan tê de rêz û hurmeta kesan tê parastin.