Meşa dirêj a ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya sêyemîn de bidawî bû

Meşa dirêj a ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 30’ê Gulanê de bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” li bajarê Qamişloyê hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya sêyemîn de li bajarê Dêrikê bi dawî bû.

Qamişlo - Meşa dirêj a ku Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di 30’ê Gulanê de li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” li bajarê Qamişloyê hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya sêyemîn de ku ji Girkê Legê heya bajarê Dêrikê ve çû, bi coşa bi hezaran ciwanan bi dawî bû.

“Xwedî li şoreşê derkevin ji bo em dagirkeriyê têk bibin”

Berdevka Ciwana ya Herêma Firatê Firyal Temê ji meşê bang li gel û bi taybet jinên ciwan ku xwedî li şoreşê derkevin ji bo dagirkerî têk biçe û got: “Armanca me ji lidarxistina vê meşê ew e ku em dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê şermezar bikin. Meşa me ji bajarê Qamişlo heya Tirbe Sipiyê ve çû di roja xwe ya yekemîn de, di roja duyemîn de jî ji Tirbespîyê heya Girkê Legê bû û îro jî em ber bi Dêrikê ve diçin ji bo ku li wir bidawî bikin. nameya me ji bo tevahî cîhanê re ew e ku em ciwan bi Gerîlla û gelê xwe re yek in. Banga me jî ji bo jinên ciwan ku rastî jî xwedî li şoreşê derkevin ji bo ku em hemû bi hev re dagirkeriyê têk bibin.”

“Dewleta tirk biser nakeve, serkeftin a me ye”

Îlham Hesen ji bajarê Hesekê ye ku di vê meşa dirêj de beşdar bûye wiha axivî: “Meşa me ya dirêj ji bo piştgirtiya Gerîlla û gel e. Dewleta tirk dixwaze bajarên me dagir bike û her tişt di bin destê wê de be, dê armanca wê negihêje serî û em ê liber xwe bidin heta em biser bikevin. Banga min jî ji bo gel ku piştgirtiya şervanên xwe û gelê xwe bikin.”

Meş bi dîlan û stranan bi dawî bû.