Meşa ciwanên Mexmûrê ya bi meşale

Ciwanên Wargeha penaberan a Mexmûrê bi meşek meşaleyî cejna Newrozê pêşwazî kirin.

Musil - Wargeha penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musil ve bi boneya cejna Newrozê hersal bi coşek mezin pêşwazî dikin. İsal jî bi hema coşê bi meşek ya meşaleyî cejna Newrozê pêşwazî kirin. Meşa girseyî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve hatî organîzekirin ji dibîstanê destpê kir heta cihê pîrozbahiyê dom kir di hema demê de di nava meşê de hemû xwendevanan meşaleyn xwe pê xistin û panqart bilind kirin û di nava meşç de duruşmeyên ‘Newroz Li Rêber Pîroz be’ hatin avêtin.

Her wiha li cihê pîrozbahiyê ciwanan agirê Newrozê bi coşek mezin gur kirin. Pîştî gurkirina agirê newrozê ciwanan li dora agir govend gerandin.